NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamegerên li Îranê diyar kirin ku dirûşma “jin, jiyan, azadî” di mêran de guherîn çêkiriye û wiha gotin: "Li gorî mêran ev dirûşm dirûşmeke li dijî zilmê ye. Piştî berxwedanê li Îranê nêrîna mêran a li hemberî jinan guherîn."
Jîna Emînî dî 16'ê îlona 202'yan de jî hêla rejîma Îranê ve hate qetilkirin û bi qetilkirina Emînîyê re bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" serhildan dest pê kir. Serhildan roj bir roj mezintir bû û li tevahiya bajaran belav bû. Piştî berxwedanê bi dehan kes hatin bidarvekirin, bi sedan kes hatin qetilkirin û bi hezaran kes hatin girtin. Tevî ewqas zextên rejîmê jî jinan paşde gav neavêtin, her der kirin qada berxwedanê û daxwaza heq û mafên xwe kirin. Mêrên ku bûn şahidên qirkirina rejîma Îranê ya li hember jinan, tev li vê berxwedanê bûn û piştgirî dan. Di vê pêvajoyê de gelek rojnameger, akademîsyen û hunermend hatin binçavkirin û girtin.
Rojnamegera jin H.Z. ku tev li berxwedanê bûbû û ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike, di 24’ê mijdara 2022'yan de di dema binçavkirinê de rastî îşkenceyê hat û hate girtin. H.Z., diyar kir ku li Rojhilat û Îranê çalakiyên demên berê bi piranî li ser aborî û şertên polîtîk bûn ku kêm kes beşdar dibûn lê vê carê rastî serkêşiya jinan ya berxwedanek bi heybet hatiye. Bi domdarî H.Z. ev tişt anî ziman: "Jin di çalakiyên berê de tim di bin siya van berxwedanên biçûk de diman û rola xwe nedilîstin. Lê bi qetilkirina Jîna Emînî re berxwedana ku li dar ket nîşan da ku 'ev şoreş, şoreşa jinê ye.'"
'SIYASETMEDAR LI PEY BERJEWENDIYÊN XWE KETIN'
H.Z., daxuyand ku tevahiya jinên cîhanê piştgirî dan berxwedana wan lê piştevaniya siyasetmedaran pir lawaz bû û wiha domand: "Di pratîkê de gelê Îranê bi tenê hiştin. Ji ber ku gelek kes hêj jî ji ber ku alîgirên şoreşê ne tên darvekirin an jî bi xetereya darvekirinê re rû bi rû ne. Wan gelê Îranê bi tenê hiştin. Li tevahiya cîhanê gava ku mafê bingehîn derdikeve pêş jin pir bi baldar nêzîk dibin lê sîyasetmedar ji ber berjewendiyên xwe yên aborî mafên mirovan esas nagirin."
H.Z. destnîşan kir ku tekane armanca wan ew e ku jinan ji bin zexta Dewleta Îslamî rizgar bikin û wiha pê de çû: "Lewma dê têkoşîna me bidome. Ji bo şoreşan dem pêwîst e. Dibe ku mirov niha hinek bêdeng bin lê çi dibe dibe em ê teqez li kolanan bin."
'GELÊ LI ROJHILAR XWE NAS KIR'
Rojnameger Şêro Ûrmiye jî çavdêriyên xwe yên têkildarî zilamên tev li serhildanê bûbûn wiha vegot: "Piştî berxwedanê li Îranê rewşa heyî ji sedî sed guherî. Berxwedana di cewhera jinan de xwe li qadan nîşan da. Her çend ku pêşengtiya dirûşma 'jin, jiyan, azadî” jinan kiribe jî, zilam jî kirdeya vê berxwedanê bûn. Piştî berxwedanê, xelkê Rojhilat xwe nas kir."
FIKRA ABDULLAH OCALAN E
Urmiye da zanîn ku 45 sal e jin û mêrên kurd bi hev re têdikoşin, li dora dirûşma “jin, jiyan, azadî” kom dibin û wiha domand: “Kesek nehat negot ev dirûşm ji bo jinan tenê tê berz kirin. Ji ber êşa ku jin dikişîne dîtin. Gotinek birêz Abdullah Ocalan heye ‘Jin azad nebe civak azad Nabe.’ Fikra gelê Îranî gihaşt vê astê, vê ramanê. Jin û mêr mil bi mil encax karibe bi hev re têbikoşin li hember vê zilmê. Di vir de tu cudahî nedîtin. Mînak, dema ku li hember jinê êrişek çêdibû, mêr jî derdiket qadê milê xwe dida milê jinê û diparast. Dema ku mêr jî dihate bin çavan jinê bi lîrandin, bi deng û rengê xwe li hember vê zilmê disekinî. Di vê şoreşê de tu cûdahî di navbera jin û mêr de nîn bû.”
GUHERÎNA DI MÊRAN DE
Urmiye, daxuyand ku piştî berxwedana li Îranê nêrîna mêr a li hemberî jinê hatiye guhertin û wiha da dirêjî da axaftina xwe: "Li rojhilatê Kurdîstanê nêrîna bi çavê ‘jin kole ye’ ji sedî sed nehatibe guhertin jî lê guherînek mezin jî heye. Dema ku li hemberî cil û bergên jinê êrişek hebe, ji malbata jinê dê, bav û xwişk û bira jî li hemberî vê tundiya rejîmê disekine. Mêran fêm kirin ku ‘jin, jiyan, azadî’ ji 3 hevaokan tenê pêk nayê. Li gorî mêr ev dirûşm, dirûşma li hember zilmê ye. Bûye dirûşma jin û mêran. Gava ku li gelê Îranê jî em dinêrin, ew jî vê dirûşmê pir bikar tînin. Vê dirûşmê li hember zordariya rejîma Îranê bikar tînin. Piştî berxwedanê bê tirs fikrên xwe li her deverê bi rihetî tînin ziman. Gelê Îranê êdî nema kare vegere salên berê. Bi taybetî jin serkêşiya vê civakê dike. Vê vînê jin dide mêr.”
NÊRÎNA LI HEMBERÎ KURDAN GUHERÎ
Di berdewama axaftina xwe de Urmiye da zanîn ku nêrîna li hemberî kurdan guheriye û wiha domand: “Rejîma Îranê tim gelê kurd nebaş û xetere nîşan dide. Bi gotina ‘Kurd dixwaze Îranê parçe bike’ gel ditirsand. Dema ku gelê Kurdistanê li bajaran berxwedanek mezin li dar xist, ev fikra wan hate guhertin. Ez dikarim bêjim din ava gelê Îranê de yekitiya gelê Îranî heye li hember rejîmê.”
'JI BO KURDAN XALA SEREKE NASNAME YE'
Urmiye, destnîşan kir ku muxalefeta li dijî rejîma Îranê herî zêde li bajarên kurdan pêş ketiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo kurdan niha ya girîng nasname ye. Ji ber ku li Rojhilat berxwedanê dest pê kir, pêkûtiyên rejîmê ser kurdan heye. Bi taybetî li ser gelê belûc û kurdan heye. Lê ev kurdan nade tirsandin. Fikr û ramanên xwe û birdoziya xwe xwe li hember desthilatdar didin meşandin.”
MA / Rûkiye Adiguzel