Aras: Azadiya civakî dê bi azadiyê jinê pêk pê

  • jin
  • 15:10 17 Adar 2024
  • |
img
AMED - Fîgan Aras di Konferansa Aştiyê de bal kişand ser rola jinê ya di aştiya civakî de û da zanîn ku aştiya civakî dê bi azadiya jinê pêk were. 
 
“Konferansa çareseriya meseleya kurd û aştiyê” ya Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) duh li Amedê dabû destpêkirin di roja duyemîn de bi rûniştina “Di avakirina aştiya civakî de rola jinê” berdewam kir. Moderatoriya rûniştina duyemîn Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn kir. Endama Komeleya Înîsiyatîfa Gel Fatma Bostan Unsal bi sernavê “Di mînaka Îrlandaya Bakur de avakirina aştiyê ya jinan” pêşkeşiyek kir. 
 
‘AŞTÎ BI MAFÊN MIROVAN PÊKAN E’
 
Unsal destnîşan kir ku pirsgirêka Îrlandayê ne di navbera kesên xwestin bi Komara Îrlandaya Bakur re bibin yek û yên ku qraltî dixwestin, pirsgirêk bi mafên mirovan re eleqedar bû. Unsal, diyar kir ku binpêkirina mafên milk, bikaranîna dengan, nebersivandina îstîhdamkirinê ya katolîkên îrlandî, rê li ber pirsgirêkan vekir û wiha got: “Çareserî jî bi daxwaza yekbûna bi Komara Îrlandayê re dest pê nekir. Aştî bi qebûlkirina mafên xebitînê, bikaranîna dengan û wekheviyê pêk hat. Li Tirkiyeyê jî dê bi dawîbûna binpêkirina mafan aştî were. Dibe ku gava ewil vekişandina qeyûman be. Qeyûm mafên bijartin û hilbijartinê binpê dike.” 
 
‘NIRXÊN JINAN AVA KIRIBÛN HATIN DIZÎN’
 
Piştre ji Akademiya Jinan Fîgen Aras bi sernavê “Aştiya civakî û jin” pêşkeşiyek kir. Aras da zanîn ku dema behsa şeran tê kirin, jin tim rastî destdirêjiyê tên, zarokên xwe winda dikin û ev tişt gotin: “Divê em rastiyê perçe perçe nekin. Qirkirina jinan heye. Şereke ku bi hezaran sal in li dijî nasnameya jinê heye. Dibe ku ev şer ne bi tang û tifingan be lê belê bi tecawiz û êrişên bîrdozî pêk tên. Çima ewqas êriş li dijî jinê hene û em jê re dibêjin qirkirin? Ya rastî dema em di perspektîfeke dîrokî de lê dinêrin em dibînin ku nirxên jinê bi destên xwe ava kirine çawa jê hatine dizîn.” 
 
Aras diyar ku ji ber ji jinê ditirsin ewqas êriş û tundiyê li ser jinê didin meşandin û wiha got: “Netewe dewlet, zayendperestî nebe bi tu awayî nikarin bi ser bikevin. Netewe dewlet xwe ser zayendperestiyê xurt dikin.”
 
Aras bal kişand ser mijara aştiya civakî û azadiya jinê û axaftina wiha domand: “Em tim tên çavdêrîkirin, şopandin û binavkirin. Nîqaşên ser mijarên ‘Em ê bêyî desthilat çawa bi hev re bijîn?’, ‘Jin û mêr dê di vê jiyana bi hev re de rastiyên etîk û estekê çawa ava bikin?’ gelek girîng in. Yên ditirsin diyar in, xwediyên desthilatê ne. Em dizanin destketiyên jinan ji bo Rojhilata Navîn sirûşt e. Divê hem jin hem jî mêr li dijî êrişên netewe dewletê bibin yek û alîkariyê bidin têkoşînê. Ez hevalên ku jiyana xwe ji dest dane û yên ku niha berdêlê didin bi ‘Jin, jiyan, azadiyê’ silav dikim.” 
 
Di rûniştina dawî de parêzer Ahmet Ozmen pêşkeşiyek kir. Piştre panela kursiya azad hate li dar xistin û konferans bi pirs û bersivan bi dawî bû.