Kovara Jînê bi manşeta ‘Têkoşîna yekbûyî ya jinan û Rêya Sêyemîn’ derket

  • jin
  • 09:56 14 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 59’emîn a Kovara Jînê bi manşeta “Têkoşîna yekbûyî ya jinan û Rêya Sêyemîn” derket. 
 
Hejmara 59’emîn a Kovara Jînê ku heftena weşana xwe dike, bi manşeta “Têkoşîna yekbûyî ya jinan û Rêya Sêyemîn” derket. Di vê hejmarê de kovar balê dikişîne ser têkoşîna jinan ka bi piştevaniya jinan çawa xurtir û belavtir dibe. 
 
Nivîsên di hejmara nû de wiha ne:
 
Di Rêya 3’yemîn a jinan de bandora dîplomasiyê - Hêza tifaqê / Rûşen Seydaoglû
 
Têkoşîna azadiyê ya yekbûyî ya jinên cîhanê / Delal Erol 
 
Niha dema avakirina jiyana nû ya demokratîk a bi tifaqa jinan e / Canan Çalagan
 
Tevgera jinên kurd û polîtîkayên tifaqa jinê / Dîlan Dîrayet Taşdemîr
 
Gelo baviksalarî jinan ji hev parçe dike? Girîngiya piştevanyê / Damini Mehta - Werger: Koma Kovara Jînê
 
Jinên temenê xwe nîşan didin - Tecrûbeya femînîst a kalbûnê / Hulya Osmanagaoglû
 
Hûn dikarin li ser vê lînkê xwe bigihînin hemû nivîsan: (https://jindergi.com/anasayfa/)