‘Jinên penaber rastî nijadperestî, zext û tacîzê tên’

  • jin
  • 10:09 8 Gulan 2024
  • |
img

STENBOL – Hevseroka GOÇÎZDER’ê Kamîle Kandal anî ziman ku jinên penaber ên rastî nijadperestî, tacîz û zextan tên, ji ber tirsa “derxistina derveyî sînor” nikarin serî li saziyên dewletê bidin. 

Li gorî daneyên Serokatiya Îdareya Koçê ji 2’yê gulana 2024’an ve li Tirkiyeyê 3 milyon 115 hezar 844 penaberên sûriyeyî dijîn. Lêbelê hejmara penaberên ji welatên din hatine û yên qeyda wan nehatine girtin ji hejmara hatiye eşkerekirin gelek zêdetir e. Jinên ji ber sedemên şer û xizaniyê neçarî koçberiyê bûne li Tirkiyeyê dibin hedefa êrişên nijadperest, li aliyê din bi mûçeyekî pir kêm tên xebitandin rastî  tundî, tacîz û destdirêjiya zilaman tên. Kêmaniyên qanûnên heyî, polîtîkayên nijadperest ên li dijî penaberan taybetî, jinan dike hedefa êriş û mêtingeriyê.” 
 
Hevseroka Komeleya Şopandina Koçê (GOÇÎZDER) Kamîle Kandal têkildarî pirsgirêkên jinên penaber ên li Tirkiyeyê dijîn axivî. 
 
Kandal diyar kir ku ji ber di 10 salên dawî de gelek kes koçî Tirkiyeyê kir, pirsgirêkên koçberan bûye mijarekî sereke ya welat û wiha got: “Di vê pêvajoyê de gelek kes bi koça bêserûber de ji ser Tirkiyeyê berê xwe dan Ewropayê nêzî 4-5 milyon penaber jî li Tirkiyeyê man. Hinek man li kampan, hinek koçî bajaran kirin, hinek nasname stendin û hinek jî piştî salan hem ji hêla destshilatê hem jî ji hêla muxalefetê ve rastî zexta ‘vegerin li welatê xwe’ hatin. 
 
MÊTINA KEDÊ Û ZEXTA CIVAKÎ
 
Kandal diyar kir ku jinên di qada koçê de dixebitin û jinên penaber tên cem hev. Kandal diyar kir ku jinên ji welatên xwe koç kirine, di welatên xwe de jî rastî mêtina kedê hatine û wiha got: “Dema jin tên cem hev, derbarê pirsgirêkên xwe de bi hev û din re diaxivin lê belê cihekî ku van pirsgirêkên xwe çareser bikin nîn e. Îdareya koçê jî xizmetên bisînor dide. Jinên tên Tirkiyeyê bi piranî li qada tekstîlê û fabrîkayan de dixebitin. Li wan fabrîkayan de rastî tacîza devkî û caran jî rastî tacîza fizîkî tên. Rastî êrişên nijadperest tên. Hem wek jin, hem wek penaber hem jî wek karker rastî zextan tên. Bêyî temînat, bêyî qeydkirin dixebitin û wiha dibêjin, ‘Em nikarin dengê xwe derxin ji ber ku ji kar derdixin’. Jin li gorî zilaman du car zêdetir rastî mêtingeriya ked tên. 
 
QANÛN TÊR NAKIN
 
Kandal da zanîn ku ji ber jinên penaber li Tirkiyeyê  xwedî nasnameya “penaberên demkî” ne, nikarin sûdê ji gelek mafan bigirin û wiha pê de çû: “Divê qanûnên temamker hebin. Taybetî jî li tekstîl û fabarîkayan. Divê Wezareta Kar û Ewlehiya Civakî têkildarî van mijaran vesazkirinan bike. Herwiha mêtingeriya koçê û zarokên penaberan, karkeriya zarok heye. Divê zarok di temenên biçûk de neyên xebitandin. Ji bo mafên qanûnî yên jinên penaber bên amadekirin berpirsyarî dikeve ser me jinan û saziyên di mijarên koçê de xebatê didin meşandin. Divê em pêşengtiyê bikin.”
 
RASTKIRINA QANÛNÎ PÊWÎST E
 
Di dawiya axaftina xwe de Kandal destnîşan kir ku feraseta heyî ya civakê û nêzîkatiya nijadperest bi ser jinên penaber zextê ava dike û wiha derbirî: “Ji ber zexta derxistina derveyî sînor  nikarin ji ber êrişên rast hatine, biçin qerekol û saziyên dewletê. Li Tirkiyeyê statuya penaberiyê nîn e, statuya penabertiya demkî heye, li gorî wê nasnameyê didin. Ji ber wê gelek berpirsyarî dikeve ser saziyên di vê mijarê de xebatê didin meşandin. Dema ku statuya penabertiyê dan van mirovan, dê bêhtir mafên wan çêbin, ji ber wê statuya penabertiyê nadin wan. Lewma gelek berpirsyarî dikeve ser saziyên di vê hêlê de xebatê didin meşandin. Divê em dewletê û saziyên dewletê neçarî gavavêtinê bikin.”