STENBOL - Ji ber polîtîkayên îktîdarê her roj herî kêm 97 jin rastî tundiyê tên. Endama Tora Parastina Jinan Eftelya Koyuncu anî ziman ku divê rêxistinên jinan ên li dijî tundiyê bên xurtkirin.
Polîtîkayên îktîdarê tundiya li dijî jinan zêdetir dike. Li gorî daneyên meha nîsanê ya Platforma Em ê rê li ber Cînayetên Jinan Bigirin (KCDP); 32 jin ji hêla zilaman ve hatin qetilkirin û 13’an jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Li gorî rapora KCDP’ê; di navbera 8’ê adara 2023’yan û 8’ê adara 2024’an de 338 jin hatin qetilkirin û 248 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Jin herî zêde li malê hatin qetilkirin û gelemperiya kujerên wan jî xizmên wan bûn.
DI ROJEKÊ DE HERÎ KÊM 97 JIN RASTÎ TUNDIYÊ TÊN
Endama Tora Parastina Jinan Eftelya Koyuncu
Li gorî Rapora Sepana Piştevaniya bi Jinan re (KADES); di rojê de hezar û 97 û di saetê de jî 45 jin ji ber tundiya lê hatiye kirin ev sepan bi kar anîne. Ji roja AKP bûye îktîdar heta niha; ji 2002’an ve herî kêm 7 hezar û 739 jin ji hêla mêran ve hatin qetilkirin. Îktîdara AKP’ê di 22 salên îktîdara xwe de gelek destkeftiyên jinan ji holê rakir. Her wiha xwe ji Peymana Stenbolê vekişand. Xwest di qanûna tundiyê ya hejmar 6284’ê de li gorî daxwaza xwe guhertinan bike û mafên weke kurtaj û nefeqeyê dike mijara nîqaşê. Di heman demê de bi paketa darazê ya 9’emîn re armanc dike ku tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) jî mafê bikaranîna paşnavê xwe yê jinan bê qedexekirin.
'AKP RÊ LI BER CÎNAYETÊN JINAN VEDIKE’
Endama Tora Parastina Jinan Eftelya Koyuncu polîtîkayên AKP’ê yên têkildarî jinan nirxand. Koyuncu, bal kişand ser Peymana Stenbolê û wiha got: “Peyman di sala 2014’an de kete meriyetê û hejmara cînayetên jinan kêm bû. Di serî de ev peyman, îktîdara AKP’ê dest bi polîtîkayên dijminatiya jinê ku rê li ber cînayetan vedike kir.
Koyuncu, da zanîn ku di sibatê de di rojekê de 8 jin hatine qetilkirin û wiha domand: “Li Mêrsînê jinek hatibû qetilkirin û dayika wê bûkaniya wê şewitandibû û gotibû ‘Bi vê dest pê kir, bila bi vê bi dawî bibe, bila êdî tundiya mêr bi dawî bibe.’ Ji bo piraniya Meclisê di destê xwe de bigire, îktîdarê beriya hilbijartinên 2023’yan serî li siyaset dijminatiya jinê da. Bi rêya necezakirinê û cîbicînekirina qanûna 6284’an re kir ku tundiya şexsî veguhere ya dewletê. Vê jî em xistin pêvajoya zext û komkujiyên li dijî jinan.”
'ARMANCA ME YA ESASÎ MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ YE’
Bi domdarî Koyuncu daxuyand ku jin herî zêde di nava malbatê de tên qetilkirin û axaftina xwe wiha qedan: “AKP polîtîkayên ku jinan neçarî dayikbûnê dike dimeşîne. Jin gelemperî di nava malbatê de tên qetilkirin. Hejmara cînayetên jinan zêde dibin û êdî civak hînî vê rewşê dibe. Em jî gotina xwe tam li vir dikin; em ê hînî van cînayetan nebin. Tevgerên jinan û tevgera femînîstan karîn kolanan tije bikin. Em dizanin ku rêya xelasiyê di têkoşîna femînîst de ye. Her ku tevgera femînîst xurt dibe, tundiya mêr-dewletê jî xwe neçar dibîne paşve vekişîne. Xurtkirina tevgera jinan, armanca me ya esasî ye.”
MA / Yeşîm Tukel