NAVENDA NÛÇEYAN - MKG bertek nîşanî cezayên li kedkarên Çapemeniya Azad hatine birîn da û got: “Em diyar dikin ku em ê li dijî van biryarên bêhiqûqî bêdeng nemînin û tînin ziman dê di her şert û mercan de Çapemeniya Azad biparêzin.”
Danişîna biryarê ku nûçegîanên JINNEWS Habîbe Eren û Oznûr Der û Mudura Karên Nivîsê ya berê ya Ajansa Mezopotamya (MA) Dîren Yurtsevan û nûçegîhanên wê Berîvan Altan, Seman Guzelyuz, Emrullah Acar, Ceylan Şahînlî, Zemo Aggoz û rojnamevan Denîz Nazlim, Hakan Yalçin, Mehmet Gunhan jê dihatin darizandin li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê hat lidarxistin.
‘EM Ê ROJNAMEGERIYA AZAD BIPARÊZIN’
Heyeta Dadgehê, derbarê Eren, Şahînlî û Gunhan de ji ber ku delîl tune bûn biryara beraetê hat dayîn. Dadgehê li Altan, Guzelyuz, Yûrtsever, Acar, Yalçin, Deger, Nazlim û Aggoz de jî 6 sal û 3 meh ceza birî. Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bi daxuyaniya nivîskî bertek nîşanî cezayê li rojnamegeran hat birîn, da û got: “Em ê wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) li dijî van neheqiyan bêdeng nemîne û em ê di nava her şert û mercî de çapemeniya azad biparêzin.”
‘ÇAPEMENIYA AZAD BINGEHA DEMOKRASIYÊ YE’
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Nûçegîhanên JINNEWS û Ajansa Mezopotamyayê (MA) jî di nav de îro li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê biryara doza ku 11 rojnameger jê dihatin darizandin, hat dayin. Em wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) li dijî vê biryarê bi bertek û bi hêrs in. Çapemeniya azad yek ji kevirê bingehîn ê demokrasiyê ye. Peywira çapemeniya azad agahdarkirina raya giştî û avakirina hişmendiya civakî ye. Lê belê darizandin û cezakirina rojnamegeran zirareke mezin dide çapemeniya azad û demokrasiyê.
Beratkirina Habibe Eren, Ceylan Şahinli û Mehmet Gunhan di warê edaletê de her çiqasî gaveke erênî be jî lê belê cezayê 6 sal û 3 mehan li Bêrivan Altan, Selman Guzelyuz, Diren Yurtsever, Emrullah Acar, Hakan Yalçin, Oznur Deger, Deniz Nazlim ve Zemo Aggoz hat birîn em dikarin wekî êrişa li dijî çapemeniya azad binirxînin. Rojnameger ji ber nûçeyên çêdikên û peywira pîşeya xwe bi cih tînin tên darizandin. Ev yek nayê qebûlkirin.
‘AGAHDARKIRINA RAST TÊ ASTENGKIRIN’
Ev biryar wê tenê bandorê li kesên ji vê dozê hatin darizandin neke, wê bandora xwe li hemû xebatkarên çapemeniyê bike. Ji bo rojnameger karê xwe bi awayekî azad û bê tirs bikin parastina çapemeniya azad jêneger e. Ger ne wiha be wê gihandina agahiyên bêalî û rast a civakê bê astengkirin.
BANGA PIŞTEVANIYÊ
Em wekî MKG'ê rayedaran û raya giştî vedixwînin hestiyariyê da ku edalet pêk were. Ji bo hempîşeyên me bên berdan û zextên li hemû rojnamegeran bi dawî bibin em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Rojnamegerî ne sûc e. Ji bo edalet pêk were û demokrasî bê parastin em daxwaz dikin ku sepanên nehiqûqî yên li ser kedkarên çapemeniyê bi dawî bibin. Em ji bo hemû hempîşeyên xwe yên di vê pêvajoyê de bi me re di nava piştevaniyê de bûn û ji bo raya giştî ya piştgirî da spas dikin.
Em ê wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) li dijî van neheqiyan bêdeng nemîne û em ê di nava her şert û mercî de çapemeniya azad biparêzin.”