Di 6 mehan de 250 jin hatin qetilkirin: Divê desthilat bes êrişan rewa bike

  • jin
  • 09:23 9 Tîrmeh 2024
  • |
AMED - Di encama polîtîkayên desthilata AKP'ê de ku tundiya li ser jinê rewa dikin, di 6 mehan de 250 jin hatin qetilkirin. Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Sûzan Îşbîlenê diyar kir ku têkoşîna azadiya jinê dikare bike ku desthilat paş ve gavê bavêje û got: "Divê desthilat dest ji rewakirina êrişan berde."
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê zext, tundî û qetlîamên li hemberî jinan roj bi roj zêde dibin. Polîtîkayên bêcezakirinê yên desthilatê dike ku mêr komkujiyên nû bikin û li hember vê jî jin hem li dijî kuştinan hem jî li dijî polîtîkayên bêcezakirinê têdikoşin. Li gorî daneyên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, di 6 mehên ewil ên salê de 250 jin hatine qetilkirin û 117 jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
 
Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Sûzan Îşbîlenê diyar kir ku tundiya li ser jinê hatiye asta qirkirina jinê û got ku sedema bingehîn a vê yekê ew e ku jin jiyana ku feraseta serdest a mêrî daye ber wan qebûl nakin. Îşbîlenê diyar kir ku jin êdî feraseta “Bila jiyana te bi qasî jiyana ku zilam daye te be" qebûl nakin û got ku ew li dijî rolên zayendî têkoşîneke mezin didin.
 
POLÎTÎKAYÊN DESTHILATÊ YÊN LI DIJÎ JINAN
 
Îşbîlenê anî ziman ku jin bi têkoşîna xwe daxwaza azadiyê dikin û got: “Zilam jinên ku ji xwe re wekî kole dibînin winda dikin. Jina kole êdî naxwaze îtaet bike, dixwaze azad bibe. Ma ev sedema kuştinê ye? Helbet na. Lê bi taybetî polîtîkayên hikûmetê yên li dijî jinê, rakirina Peymana Stenbolê û hedefgirtina qanûna tundiyê ya ku jinan diparêze cesaret û hêzeke mezin da mêran. Dema ku ew jinan dikujin, dizanin ku wê qanna tiştekî bi wan neke, lewma wisa bi rihetî jinan dikujin." 
 
Îşbîlenê bibîr xist ku AKP û Partiya Refahê (YRP) di pêvajoya hilbijartinê de ji bo betalkirina Qanûna bi hejmara 6284’an a li dijî tundiyê jinan diparêze gengeşe kirin û li ser wê tifaq çêkirin û got: "Tevî ku niyeta betalkirinê hebû jî, ji ber bertekên tund ên jinan dîsa hat taloqkirin. Jin wê tu carî dest ji vê yekê bernedin û nehêlin ev qanûn bê rakirin."
 
POLÎTÎKAYÊN BÊCEZATIYÊ
 
Îşbîlenê bilêv kir ku polîtîkayên bêcezakirinê yek ji faktorên herî mezin ên zêdebûna kuştina jinan e û got: “Berê dema tundiya li ser jinê hebû, îfadeya jinê esas dihat girtin. Niha jî bi biryara serokkomar delîlên jinê esas tên girtin. Niha hûn ê çawa delîlên şîdeta fizîkî û aborî bibînin? An jî piştî kuştinê ew delîl tê hesibandin? Ev nêzîkatiya zilam û hikûmetê ya ji bo parastina feraseta mêrane ye û sedema van kuştinan jî ev e."
 
Îşbîlenê anî ziman ku berpirsyariya herî mezin a pêşîgirtina li qetlîamên li ser jinan dikeve ser milê desthilatê û got: “Divê desthilat li ser vê yekê cezayên gelek giran bisepîne. Pêwîst e dest ji helwestên xwe yên rewakirina êrişên li dijî ken, tevger û nêzîkatiya jinan berde. Ya herî girîng jî, divê jin di warê aborî de nebe pêgirtiyê mêr. Di warê aborî de pêgirtîbûna jinê, tundiyê rewa dike." 
 
Îşbîlenê bal kişand ku divê jin li dijî tundî û qetlîaman xwe bi rêxistin bikin û got: “Ji bo pêşî li van kuştinan bê girtin divê jin hevgirtina xwe xurt bikin û xwe bi rêxistin bikin. Dema ku jin xwe birêxistin bikin, wê bi vîneke xurt li ber tundiya mêr rabin û wê mêr paş de gav bavêje. Divê jin li hemberî mêr serbilind be û polîtîkayên mêr û feraseta wî tarûmar bike." 
 
MA/ Rûkiye Adiguzel