Li Mexmûrê meşa 25'ê Mijdarê

  • jin
  • 21:46 25 Mijdar 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengiya Meclisa Îştar bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinê meşeke girseyî hat lidarxistin.
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclisa Îştar bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinê, meşekî girseyî hate lidarxistin.
 
Meşa girseyî bi tevlîbûna xwendekar û şêniyên wargehê li ber Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir. Di meşa ku pankartên bi nivîsa “Li Dijî Hemû Tundûtujî, Dagirkerî û Desthilatdarî Jin Jiyan Azadî" û "Jin, Jiyan, Azadî Serbixe Azadî" û postarên xwişkên Mirabel û jinên pêşêng ên têkoşîna azadiyê hatin bilindkirin de, bênavber dirûşmên "Jin Jiyan Azadî" û "Bijî Serok Apo" hat berzkirin.
 
Piştî ku meş gihişt ber deriyê avahiya Neteweyên Yekbûyî, ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê li ser giringî û wateya 25’ê Mijdarê Hevşaredara Wargeha Mexmûrê Fatma Bîlen axivî.
 
Fatma Bîlenê di destpêka axaftina xwe de pêşengên têkoşîna azadiya jinê bi bîr anî û wiha axivî: “Roja 25’ê Mijdarê mîrateya têkoşîna Xwişkên Mirabel e. Li Rojhilata Navîn bi pêşengiya jinên Kurd şoreşek pêk tê û bi hezaran jin di vê oxirê de canê xwe didin. Em wek jin îro bi saya pêşengên xwe dibêjin ‘Jin hene û wê hebin’. Em ê wek jin xwedî li mafên xwe derdikevin. Îro hemû jinên cîhanê bi pêşengtiya jinên Kurd bi dûrişmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li dijî tecrîd, destdirêjî û hemû êrîşan li her qadê li ber xwe didin.”
 
Fatma Bîlen, da zanîn ku ew ê bi dûrişmeya "Jin, Jiyan, Azadî" bigihîjin serkeftinê û got: “Em wek jinên Kurd xwedî Rêber Apo derbikevin û bi pêşengtiya dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bigihîjin serkeftinê. Em bang hemû jinên Kurd û cîhanê dikin ku li dijî hemû êrîşan bi fikir û felsefeya Rêber Apo têbikoşîn û azadiya xwe bidestbixin. Emê bi rêxistinbûna xwe têkoşîna li dijî tundiyê mezintir bikin û li her qadê dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ biqîrin.”
 
Meş bi dirûşmên “Jin jiyan Azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.