Bi hezaran ji ji Karakoyê bang kirin: Em jiyanê dixwazin

  • jin
  • 21:55 25 Mijdar 2024
  • |
img

STENBOL- Bi hezaran jinên li Karakoyê hatin gel hev bi dirûşmeya "jin jiyan azadî" li dijî tundiya mêr  dengê xwe bilind bikin. Jinan li dijî qeyûman, li dijî pêkanînên li hember jinan û polîtîkayên şer peyama bilindkirina piştevaniyê dan.

Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê bi wesîleya  25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navnetweyî li Kadikoyê hatin gel hev. Jinên derketin Kolana Îstîklalê li Karakoy hatin gel hev. Bi hezaran jinî bi tilîlî û dirûşmeyan berbi qadê ve meşiyan.
 
Jinan dirûşmeyên "jin jiyan azadî", "Em serî natewînin" berzkirin. Her wiha dovîzên "zilan navê jina azad e" vekirin.
 
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, hevseroka gitşî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Tulay Hatîmogullari, parlamentera DEM Partî ya Stenbolê Çîçek Otlu û gelek jin tevli çalakiyê bûn.
 
Jinan li qadê peyama "jin bi têkoşînê azad dibin", "Agirê berxwedana jinan wê qeyûman bişewitînin" dan.
 
'QEDEXEKIRINA 'JIN, JIYAN, AZADÎ' NE HEDÊ KESÎ YE'
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li Îskeleya Karakoy axivî û got: “Ez bang li Waliyê Amedê ku dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ qedexe kirie dikim. Ev bi hedê kesî neketiye. Tu ked nikare dest bide dirûşmeya jin jiyan azadî.  Li hemû Tirkiye û Kurdistanê îro ev dirûşme hatiye berzkirin. Wê têkoşîna me jinan bidome.
 
Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş wiha got: “Em niha li Stenbolê ne. Bi hezaran jinî barîkat hilweşandin û hatin vir. Em jin nîvê civakê ne û di vê mijarê de weê li dijî zextan têbikoşin. Em ê bi hemû hêza xwe têkoşînê mezin bikin. Baş e ku piştevaniya jinan heye. Başe ku têkoşîna jinan heye.
 
Piştî axaftinan daxuyanî bi Kurdî, Erebî û Tirkî hatin xwendin. Ya Kurdî Esra Kahraman xwend ya Tirkî jî Gamze Çetîntepe xwend.
 
Esra Kahraman balkişand ser tundiya mêr û got ew kesên li dijî tundiyê têdikoşin îro hatine gel hev û got tifaqa mêr ji bo ked û bedena jinê binpê dike, jinê wek alav bikar tîne. Esra Kahraman daxuyakirin ku ew tundiyê red dikin û got: “Em jiyanê dixwazin. Em nav çar dîwaran de namînin. Em jib o mafê xwe jiyana we keda xwe têkoşîna xwe didomînin. em jiyana xwe dixwazin.  Em bi dirûşmeya jin jiyan azadî qadan tije dikin. Kes nikare ‘Jin jiyan azadî’ asteng bike. Em li diî qeyûm û şer li virin. Têkoşîna me ji bo jiyanek wekhev e.”
 
Çalakî bi dirûşmeyên "jin jiyan azadî" bi dawî bû.”