'Li dijî qeyûman xurtkirina xeta têkoşînê divê'

  • jin
  • 09:06 28 Mijdar 2024
  • |
img

STENBOL - Ji Yekitiya Jinan a Kirkyamayê Tulay Korkûtanê, got: "Divê em têkoşîna li dijî qeyûman berfirehtir bikin." Ji Meclisên Jinên Sosyalîst Dîlara Kalpakê jî banga têkoşîna yekbûyî kir.

Li hemberî şaredariyên di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û CHP'ê de tayînkirina qeyûman berdewam dike.
 
Piştî şaredariyên Colemêrg, Esenyûrt, Mêrdîn, Xelfetî û Êlihê, bi biryara Wezareta Karên Navxweyî di 22'yê Mijdarê de qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pulurê hatin kirin.
 
Ji Yekitiya Jinê ya Kirkyamayê Tulay Korkûtan û ji Meclisên Jinên Sosyalîst (SKM) Dîlara Kalpakê tayînkirina qeyûman nirxandin.
 
'DERBEYA LI VÎNA GEL E'
 
 
Tulay Korkûtanê anî ziman ku AKP-MHP bi qeyûman dixwaze desthilatdariya xwe bidomîne û got: "Tiştê ku bi hilbijartinê bi dest nexist, bi hewl dide bi waliyan bi dest bixe. Qeyûmên tayînî şaredariyên Dêrsim û Pulurê hatin kirin, derbeya li vîna gel e. Em bi desthilateke talanker, rantxur û xespker re rû bi rû ne." 
 
Tulay Korkutanê bilêv kir ku qeyûm di heman demê de êrişa li dijî destkeftiyên jinan e. Tulay Korkûtanê, got: "Şaredarî tê wateya hevserokatiyê - nûnertiya wekhev. Tê wateya qada îstîhdamkirina jinan, kreş û stargehan. Ev ne cara yekem e ku em bi qeyûman re rû bi rû ne. Tişta ku cara ewil girtina saziyên jinan, stargehên jinan û derxistina jinan a ji kar bû. Lewma herî zêde em jin li dijî qeyûman radibin. Em polîtîkayên qeyûman qethiyen qebûl nakin." 
 
'DIVÊ EM XETA TÊKOŞÎNÊ XURT BIKIN'
 
Tulay Korkutanê anî ziman ku divê li hemberî qeyûman xeteke xurt a têkoşînê bê avakirin û got: "Niha gel dibêje îjar kîjan şaredarî di dorê de ye? Lê belê bêyî ku li benda şaredariyê di dorê de bin, divê em xeta têkoşînê ya ku pêşî li van pêkanînan hemûyan bigire û asteng bike diyar bikin. Gel xwedî li îradeya xwe, dengê xwe û şaredariya xwe derdikeve. Ji ber vê yekê hê jî li kolanan e."
 
'TESFIYEKIRINA TÊKOŞÎNA JINÊ HEDEF TÊ GIRTIN'
 
 
Dîlara Kalpakê bilêv kir ku qeyûm êrişek li dijî pergala hevserokatiyê û destkeftiyên jinan e û wiha got: "Em li karên ewil ên qeyûman dinêrin; pêşî xebatên jinan ên girêdayî şaredariyê hedef digirin. Ev, di heman demê de desteserkirina vîna jinê ye."
 
Dîlara Kalpakê anî ziman ku qeyûm parçeyek ji şerê taybet e û wiha got: "Yek ji qadên ku desthilat dixwaze li gel êrişên qeyûman tesfiye bike jî, têkoşîna azadiya jinê ye. Em hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê di hedefa van êrişan de ne. Li Tirkiyeyê dema ku ev êriş li ser me bên kirin, divê em têkoşîneke yekbûyî berfireh bikin. Em yekemin ku dibin hedef. Ji bo vê yekê ya herî girîng têkoşîna yekbûyî ye." 
 
MA / Yeşîm Tukel