NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku li Afganistanê ji ber qedexeya kar neçarî parsekiyê hatine kirin, li navendên binçavkirinê bi darê zorê tên xebitandin û îşkence û destdirêjî lê tê kirin.
Talîbanê di 15’ê Tebaxa 2021’ê de rêveberiya Afganistanê bi dest xist. Kar, li jinan hate qedexekirin û neçarî parsekiyê hatin kirin. Jinên ku bi hinceta parsekî kirine ji aliyê Talîbanê ve hatin girtin, ji malpera Zan Timesê re axivîn ku têkildarî jinên Afgan weşanê dike û ragihand ku destavêtin li wan hatiye kirin, bi zorê hatine xebitandin, li zarokan hatiye xistin û hatine îstîsmarkirin.
Jinan diyar kirin ku beriya çend mehan rayedarên Talîbanê ew kirin hedef û di çarçoveya qanûna li dijî parsekiyê de ya ku îsal hate amadekirin, hatin binçavkirin. Jinan ragihandin, ji ber qedexeya kar nekarîn karekî peyda bikin, lewma jî ji bo karibin zarokên xwe xwedî bikin neçar man li kolanan parsekiyê bikin.
Piştî ku Talîban di Tebaxa 2021'ê de bû desthilatdar, jin ji kar dûr xist û ev yek jî bû sedem ku li malên mêr lê nîne asta xizaniyê bilind bibe. Jineke dayika sê zarokan ku hevjînê wê yê berê li nava artêşa neteweyî ya hikûmetê wezîfedar bû ji holê rabû, neçar ma ku bar bike Qabûlê û li naverastê parsekiya xwarinê bike, heta ku bê girtin nizanîbû ku Talîbanê qanûnek li dijî parsekiyê xistiye meriyetê.
ÎŞKENCE LÊ HATE KIRIN
Jina bi nasnav Zehra ji Zan Timesê re got, 3 rojan li navenda binçavkirinê neçar hate hiştin ku ji mêrên li wê derê dixebitin re xwarinê çêbike, paqijiyê bike, kincan bişo; heta ku ji ser hişê xwe biçe lê xistin û piştre jî dest avêtin wê.
DESTDIRÊJÎ LÊ HATE KIRIN
Jineke din a ku navê Parwana li xwe kiriye anî ziman ku piştî hevserê wê ew terikand bi keça xwe ya çar salî re neçar ma parsekiyê bike, hingî hate binçavkirin, 15 rojan li navenda binçavkirinê paqijî kir û firaq şûşt. Parwana her wiha diyar kir ku di dema binê çavan de destavêtin li wê û du jinan hate kirin û ev êrîş pê re bû sedema travma û depresyonê.