Jinan guh neda astengiyan, xeleka jiyanê çêkirin û meşiyan

  • jin
  • 19:40 4 Kanûn 2024
  • |
img

MÊRDÎN - Jin li dijî êrişên Tirkiyeyên yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Mêrdînê hatin ba hev û tevî hemû astengiyan jî xeleka jiyanê ava kirin û meşiyan.

Li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Helebê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jin bi bangawaziya Tevgera Jinên Azad (TJA) hatin ba hev û xwestin xeleka jiyanê ava bikin. Jin li ser çerxerêya Qoserê hatin ba hev û heta Parka Karayollariyê destên hev girtin û meşiyan. Jinên dixwestin xeleka jiyanê ava bikin ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin û destûra meşê nehat dayîn. Jinan bi pêşmalkên bi nivîsa “Jin jiyan azadî” û bi desmalên spî li hev kom bûn, li dijî hewlên astengkirinê rê ji bo çûn û hatinê girtin. Jinan timî dirûşmeyên “Rojava dilê me, berxwedan e karê me”, “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Şlreşa Jinan a Rojavayê”, “Berxwerdana jinan wê têk bibe çeteyan” berz kirin û piştî demekê dawî li çalakiya rûniştinê dan û dîsa berê xwe dan barîkatên polîsan. Di dema gengeşiyê de Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîzê bangî polîsan kir û got: “Ma hûn piştgiriya çeteyan dikin?”
 
DAYIKÊN AŞTIYÊ BERTEK NÎŞAN DAN
 
Dema ku polîsan meşa jinan asteng kir, jin belavî kolanan bûn û di navbera xwe da xeleka jiyanê ava kirin û bi dirûşmeyan dest bi meşê kirin. Piştî ku polîsan serê kolanan girtin, jin herikîn qadan û li kolanên cuda meşa xwe berdewam kirin. Jin derbasî kolana Mehtapê bûn û meşa xwe berdewam kirin. Polîsên ku nekarîn pêşiya meşê bigirin, neçar man ku hemû kolanan bigirin. Jinên ku kolan bi kolan dimeşiyan piştî ku meşa xwe heta Nexweşxaneya Parkê berdewam kirin li vir rawestiyan.
 
Dayikên Aştiyê jî nerazîbûnên xwe anîn ziman. Dayika Aşîtiyê Şukran Çetîn wiha axivî: Êdî bes e, em aşitiyê dixwazin. Wê heta kengî wiha dewam bike. Bes e êdî.” Dayika Aşîtiyê Emîne Acarê jî got: “Em şer naxwazin bijî berxwedana Rojavayê.”
 
'EM Ê HETA AZADIYÊ LI BER XWE BIDIN’
 
Piştre jî li ser navê jinan Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz axivî. Salîha Aydenîz, anî ziman ku xwestin pêşiya çalakiya wan bê girtin, lê wan weke jin destûr nedane û wiha got: “Hûn çi dikin bikin. Em ê heta hetayê li ba jinan, gelê xwe, demokrasî û aştiyê bin.”
 
Salîha Aydenîz, diyar kir ku heta pêkhatina azadiya Rojava û Sûriyeyê ew ê berxwedana xwe bidomînin û got, “Çawa ku me duh Kobanê azad kir, îro jî divê em li dijî çeteyan dengê xwe bilind bikin. Ji bo vê jî em ê her tim di nava berxwedanê de bin û meşa xwe bidomînin. Heta demokrasî û azadî li Rojhilata Navîn pêk were û heta gelê Kurd azad bibe em ê têbikoşin. Em ê Rojava bi tenê nehêlin.”