STENBOL - Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê diyar kirin ku divê nîqaşên têkildarî çareseriyê jidil bin û li dijî şer banga têkoşînê li her kesî kirin.
Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê têkildarî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya Nûnertiya DEM Partiyê ya li Kuçukçekmeceyê daxuyanî dan. Di çalakiyê de dovîzên “Jin jiyan azadi”, “Dayik aştiyê dixwazin” û “Em ne bihûşta li bin piyên xwe, li dinyayê bihûştê dixwazin” hilgirtin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Em şer naxwazın, aştiyê dixwazin”, “Ji şer re na, aştî a niha” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.
DAXWAZA DEMOKRASIYÊ
Ji endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Revşan Guler got ku li çar aliyên Rojhilata Navîn şer heye û bal kişand ser êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Revşan Guler, anî zman ku ew li dijî şerê li seranserî cîhanê têdikoşin û wiha got: “Em dayik li gel demokrasiyê ne. Divê her kesên aştîxwaz bi destên hev bigirin û jidil nêz bibin. Ev şerê qirêjî yê li Rojhilata Navîn dê bê ber deriyê me tevan. Weke Dayikên Aştiyê em naxwazin ne Kurd ne jî Tirk hêsiran bibarînin. Rondikên çavên hemû dayikan yek in. Ji bo aştiyê divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire û rê nedin şer. Tu xêra vî şerî ji bo tu kes ji me nîne. Divê di hemû qadan de em daxwaza azadî û aştiyê bikin.”
Daxuyanî, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” û çepikan bi dawî bû.