JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya Mijdarê eşkere kir

  • jin
  • 11:35 6 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Mijdarê ya ji hêla JINNEWS’ê ve hatiye amadekirin, herî kêm 31 jin hatin qetilkirin û 25 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.  

Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Mijdarê ya ji hêla JINNEWS’ê ve hatiye amadekirin, di meha Mijdarê de 31 jin û 2 zarok hatin qetilkirin, 25 jinan û 5 zarokan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Li gorî çeteleyê; 12 jin ji hêla hevjînên xwe ve, 1 ji hêla kesê hevberdayin, 6 jê di dema hevberdanê de, 2 jê ji hêla kesên ji hev cuda bûyîn, 2 jê ji hêla kes an jî kesên nas ve, 4 jê ji hêla kurên xwe ve, 2 jê ji hêla kesên bi hev re bûn, 1 jê ji hêla nasê xwe ve û 1 jî ji hêla birayê xwe ve hate qetilkirin. 
 
Bajarên jin lê hatin qetilkirin ev in: 
 
“Li Konyayê 1, li Hatayê 1, li Edeneyê 1, li Amedê 1, li Kocaeliyê 1, li Îzmîrê 2, li Tekîrdagê 1, li Dîlokê 2, li Kirklareliyê 1, li Bursayê 2, li Enqereyê 3, li Mersînê 2, li Antalyayê 2, li Stenbolê 7, li Sakaryayê 1, li Aksarayê 1, li Îdirê 1, li Nîgdeyê jinek hat qetikirin.”