Wê li Amedê 'Pirtûkxaneya Berhemên Jinan' bê vekirin

  • jin
  • 09:05 7 Kanûn 2024
  • |

AMED - Şaredariya Peyasê dê "Pirtûkxaneya Berhemên Jinan" veke. Ji koordînatorên projeya ku ji aliyê Midûriyeta Jinan ve tê meşandin Gunay Yakût diyar kir ku dîroka jinê ya nivîskî tune ye û got ku armanca wan ew e ku dîroka jinê berbiçav bikin.

Şaredariya navçeya Peyasê ya Amedê a bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) wê li Parka 75'ê "Pirtûkxaneya Berhemên Jinan" veke. Beriya vekirinê şaredariyê ji bo bexşandina berhemên jinan kampanya da destpêkirin. Şaredarî armanc dike ku bi kampanyaya pirtûkxane û pirtûkan re di nava civakê de ruhê hevkarî û hevgirtinê ava bike ku jin karibin werin cem hev, bixwînin û gengeleyan bikin. Li pirtûkxaneya ku dê bê vekirin dê berhemên nivîskarên jin, lêkolîn û lêkolînên di warê jinê de, broşur, rapor û malzemeyên dîjîtal ên ku ji aliyê sazî û rêxistinên jinan ve hatine çêkirin hebin. Tê plankirin ku pirtûkxane di nav du hefteyan de vebe.
 
'ARMANC BERBIÇAVKIRINA DÎROKA JINÊ YE'
 
 
Ji koordînatorên projeya Serokatiya Jinan a Şaredariya Peyasê Gunay Yakût diyar kir ku piştî hilbijartina 31'ê Adara 2019'an mebesta wan ew bûye ku pirtûkxaneyekê ava bikin, lê ji ber tayînkirina qeyûman ev proje bi cih nehatiye. Gunay Yakût anî ziman ku piştî careke din desteserkirina şaredariyan, li ser daxwazên jinan di dema xebatên xwe yên qadê de biryar dane ku "Pirtûkxaneya Xebatên Jinan" vekin. Gunay Yakût diyar kir ku armanca wan ew e ku bîranînên jinan eşkere bikin û got: "Em hemû dizanin ku dîroka jinê her tim hatiye tunekirin. Dîrokeke nivîskî ya jinan tune ye. Bi pêvajoyên dawî re dest bi nivîsandina têkoşîna jinê û dîroka jinê jî hat kirin. Di pirtûkxaneyê de ku em ê vekin, em armanc dikin dîroka jinê hinekî din jî berbiçavtir bikin." 
 
Gunay Yakût diyar kir ku di pirtûkxaneyê de berhemên nivîskarên jin, lêkolîn û lêkolînên di warê jinê de, broşur, rapor û malzemeyên dijîtal ên ku ji aliyê sazî û rêxistinên jinan ve hatine çêkirin wê hebin û got: "Em jî dixwazin van arşîv bikin û wekî mîrasekê bihêlin. Her wiha li pirtûkxaneyê wê li gel xwendinan, gengeşe bên kirin, nivîskar bên vexwandin û gotûbêj jî bên lidarxistin Em ê bi rêya pirtûkxaneyê xebatên dîroka devkî jî bikin." 
 
Gunay Yakût da zanîn ku bi kampanyaya pirtûkan a ji bo vekirina "Pirtûkxaneya Berhemên Jinan" dane destpêkirin, armanca wan ew e ku her kes di pirtûkxaneyê de perçeyek ji xwe bibîne û bi vî awayî ruhê parvekirin û hevgirtinê vejîne. Hunay Yakût got: "Armanca sereke ya kampanyaya me ew e ku em tevna hevgirtinê di nav jinan de pêk bînin û ji bo kesên ku ji ber şert û mercên aborî nikarin xwe bigihînin pirtûkan, pirtûkan peyda bikin."
 
Gunay Yakût diyar kir ku pirtûkxaneya ku dê li Parka 75 a navçeya Peyasê ya Amedê bê vekirin dê di nava 2 hefteyan de bê temamkirin û got: "Pirtûkxane destpêkê wê hefteyê 5 rojan saet di navbera 08.00-17.00 de bê vekirin. Di pêşerojê de wê pirtûkxane hefteyê 7 rojan vekirî be û saet li gorî beşdarbûn û daxwaza jinan bê guhertin. Ji ber vê yekê em bang li hemû jinan dikin ku piştgiriyê bidin Pirtûkxaneya Xebatên Jinê û bi ruhê hevgirtinê bi hev re pêvajoyê bimeşînin." 
 
MA / Heval Onkol