WAN - Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînê vekir. Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît got ku xeyala Nagihan Akarsel li Wanê bi cih hatiye.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li Taxa Akkopruyê ya navçeya Tuşbayê, Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînan vekir. Gelek jin tev li vekirinê bûn. Di vekirina saziyê de jinan cilûbergên kurdî li xwe kirin, beriya vekirinê govend gerandin û gelek caran dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kirin.
Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt di vekirinê de bal kişand ser tayînkirina qeyûman û bertek nîşan da.
Hevseroka DBP’ê ya Wanê Gonul Uzunay jî diyar kir ku da zanîn ku ji dîrokê ve jinan hebûna xwe bi saya wêje û çanda xwe parastiye û têkoşîna jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr xist.
‘XEYALA NAGIHAN AKARSEL BI CIH HAT’
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî qala şoreşa jinan a li Rojhilata Navîn a bi pêşengtiya jinên kurd kir. Sayyîgît, da zanîn ku bi vekirina navendê re xeyala Nagihan Akarsel jî hatiye cîbicîkirin.
Hevşaredara Miksê Nebahat Benek û Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî axivîn û gotin ku dê xebatên wan ên ji bo jinan bidomin.
Piştî axaftinan, li gel Dayikên Aştiyê û bi dirûşma “Jin jiyan azadî” deriyê navendê hate vekirin. Beşdaran careke din govend gerandin.