Îstînafê ‘cezayê daxistî’ yê kujerê Hasret Tutalê erê kir

  • jin
  • 13:15 10 Kanûn 2024
  • |
img

RIHA - Di doza qetilkirina Hasret Tutalê de dadgeha herêmî bi hinceta “başhalî”yê cezayê kujer Şervan Gulal daxistibû 25 salan. Ev ceza, ji hêla Dadgeha Herêmê ya Dîlokê ve hate erêkirin. 

Welatiya bi navê Hasret Tutal di 7’ê Cotmeha 2021’ê de li Taxa Akpinar a navçeya Karakopru ya Rihayê ji hêla Şervan Gulel ve hate qetilkirin. Di 27’ê Îlona 2023’yan di dozê de biryar hate dayin. 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê di danişîna dozê de bi sedemên “Kuştina biqesdî” cezayê muebbetê da kujer û piştre jî bi îdiaya “Sorkirina neheq” û “başhaliyê” 15 sal ji cezayê daxist û kir 25 sal. 
 
Li dijî biryarê îtîraz hate kirin û ev biryar di 12’ê Adarê de ji Dadgeha Îstînafê vegeriya. Îstînafê, got ku ji hêla usûlê ve çendek kêmasî hene û biryar da ku divê ceza bêyî “sorkirina neheq” û “başhaliyê” were dayin û dosya dîsa ji dadgeha herêmî re şand. Li ser vê yekê doz jinûve hate lidarxistin û 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê bi hinceta “başhaliyê” ceza kêm kir û cezayê muebbetê daxist 25 salan. Li ser vê yekê dîsa îtîraz hate kirin. Lê belê Dadgeha Herêmê ya Dîlokê di 2’yê kanûnê de cezayê 25 salan erê kir. 
 
Parêzerên malbata Tutal dê serî li Dadgeha Bilind bidin.