AMED - Di encamnameya 3’yemîn Konferansa Jinan a DBP’ê de wiha hate gotin: “Biryar hate dayin ku ji bo misogeriya aştiya Rojhilata Navîn birêz Ocalan çalakî, xwepêşandan û hevdîtinên bên lidarxistin; li dijî qirkirinên jinan li her derê xebatên xweparastinê bên birêxistinkirin û di siyaseta demokratîk de têkoşîna xwe bi rêya akademiyan mezin bikin.”
Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di 13’ê Kanûnê de li Amedê bi dirûşma “Bi jinên rêxistinkirî û azad em civakeke azad ava dikin” 3’yemîn Konferansa Jinan li dar xist. Meclisa Jinan a DBP’ê encamnameya konferansa xwe eşkere kir.
Encamnameya 3’yemîn Konferansa Jinan a DBP’ê wiha ye:
Bi şîara ‘Em jinên bi rêxistinbûyî û azad civaka azad ava dikin’ bi hêz, xwebawerî û moraleke mezin a ku me ji têkoşîna jinê ya birêxistinkirî wergirtiye, me di 13’ê Kanûna 2024’an de li Amedê 3’yemîn Konferansa Jinan pêk anî. Rojevên sereke yên konferansa me, rêxistin û rêvebirina Meclisa Jinan a DBP'ê, Akademiya Jinan a DBP'ê û Xebatên Perwerdehiyê, pêwîstiyên xeta çalakî û berxwedanê ya Meclisa Jinan a DBP'ê bû. Li ser van mijaran nîqaşên kûr hatin kirin. Di vî warî de hedef hatin diyarkirin.
KONFERANS DIYARÎ ENDAMÊN MECLISA JINÊ YA ZENÛBIYAYÊ KIRIN
Em konferansa xwe diyarî sê jinên endamên Meclisa Jinê ya Zenûbiye dikin ku li Minbicê piştî pêkhatina Şoreşa Rojava ya ku di dîroka têkoşînê de wek şoreşa jinê tê binavkirin, hatın qetil kirin, dikin, herwaha em diyariyê hemû jinên ku mîrateya têkoşîna jinê veguherandine destkeftiyên têkoşîna civakî û jiyana xwe ji dest dane, diyariyê jinên şoreşger ên ku li zindan û sirgunê ne, dikin. Dîsa em jinên Rojava yên ku li dijî modernîteya kapîtalîst bi perspektîfa neteweya demokratîk şoreşa jinê pêk anîne silav dikin û em soz didin ku em ê têkoşîna xwe li her qadê bi biryardarî bidomînin.
Me konferansa xwe ya 3’yemîn di serdemeke dîrokî de pêk anî. Di vê serdemê de hişmendiya mêr a serdest, netewe-dewletê ji nû ve ava dike, di encama vê yekê de şer pêk tên û dibe sedema wêraniyê. Haya me jinan ji vê pêvajoya dîrokî heye, motîvasyona me ya sereke xurtkirina tifaqa jinan û pêşxistina eniya li dijî şer, di warê siyasî, aborî, çandî û hemû qadên jiyanê de qebûlkirina hebûna jinê ya bi awayekî wekhev, bibîrxistina berpirsiyariya civakê ya parastina jinê ye.
HEDEFA ŞERÊ LI ROJHILATA NAVÎN DESTKEFTIYÊN JINAN e
Sedema şerê ku li Rojhilata Navîn pêk tê berhema zîhniyeta mêr e, navenda vî şerî Kurdistan e, hedefa vî şerî jî bêguman jin û destkeftiyên jina ne. Şer, bi afirandina qadên dagirkirinê yên nû yên şîdeta dewleta mêr, xeyalên avakirina sînorên nû yên netew dewletan dibe sedema wêraniyeke mezin a civak û gelan, jin, gel û baweriyên cuda bi qirkirinê re rû bi rû dihêle.
Şer li aliyekê her kesî bê ewle dihêle û dibe sedema hilweşandina tevahiya malbata mirovahiyê, li aliyê din jî tifaqa herî xurt a jinan ku ji Kurdistanê heta Rojhilata Navîn, ji Amerîkaya Latîn heta Hindistanê bi Jin, Jiyan û Azadî belav dibe, bi şîara ‘Jina azad, civaka azad’ bi pêşengiya muxalefeta jinên Kurd veguherî hêviya jiyana hevpar a hemû civak û gelan.
DIXWAZIN JIYANA CIVAKÊ DORPÊÇ BIKIN
Kurdistan û Rojhilata Navîn di bin dorpeça şerekî dijwar de ne. Ev şerê ku di bin kontrola netewe-dewletan de û bi hevkariya sermayeya cîhanî didome, bi destê hêzên paramîlîter ên cîhadî-selefî ku jin, gel, bawerî û çandên cuda weke dijmin dibînin, tê meşandin. Vê carê jî hedefa hêzên paramîlîter; Modela Rojava bû ku hovîtiya DAIŞ’ê û hêzên herêmê yên emperyal têk bir û li dijî wan bi şoreşa jinê, meclisên jinê, akademiya jinan û bi avakirina hêzên xweparastinê li dijî civaka serdesta mêr têkoşiyan û veguherandina civakê bû hedefa wan a bingehîn. Ev hêzên ku olê wek amûrekî bi kar tînin, bi hişmendiya serdest a mêr a yekperest, zeyandperest û milîtarîst hewl didin rejîmeke ku destkeftiyên jinan ji holê rabike, ava bikin. Bi dorpêçkirina hemû jiyana jinan dixwazin ku jin meqbûlî û koletiye qebûl bikin, jinên ku li dijî vê yekê derdikevin bi qetlîam û destdirêjiyê ve gefan dixwin bi vî awayî hewl didin ku li ser bedena jinê hemû jiyana civakê dorpêç bikin.
ÇARESERÎ PARADÎGMAYA AZADIYA JINÊ YE
Di konferansa me de; li ser pêwîstiyên xeta çalakî û têkoşînê ya DBP'ê nîqaşên kûr hatin kirin û hate diyarkirin ku çareserî bi paradîgmaya azadiya jinê, bi perspektîfa neteweya demokratîk pêkan e. Ji bo pêkhatina vê perspektîfê pêdivî heye ku perwerdehiya bîrdoziyê li hereman belav bibe, bi awayê akademiyên jinan, li herêman bê navber berdewam bike û di demên diyarkirî de dubare bibe.
ŞERÊ TAYBET
Di konferansa me de rêbazên têkoşînê yên ku destkeftiyên têkoşîna jinê vediguherînin destkeftiyên siyaseta demokratîk hatin nîqaşkirin û hate destnîşankirin ku xizanî, koçberî, fihûş, tiryak û sîxurî, bi taybetî li Kurdistanê veguheriye rêbaza şerê taybet ku li ser jin û ciwanan pêk tê û ev yek berbiçav e. Hate bibîrxistin qeyûmên ku pergala me ya hevserokatiyê ya ku ji heremê ber bi civakê ve, sîstemeke demokratîk ava dike, destketiyên jinan, zimanê dayikê, bîr û nirxên çandî dike hedef, di heman demê de amûreke şerê taybet e. Çareseriya vê jî bi avakirina civakeke birêxistinkirî, exlaqî pêkan e û ji bo vê jî di çarçoveya seferberiya rêxistinî de hevdîtîna ciwanan, civîn, atolye, panel û çalakî hatin lidarxistin, armanca van çalakiyan xurtkirin û mezinkirina xweparastina jinan e.
ÇARESERIYA DEMOKRATÎK BI AZADIYA OCALAN PÊKAN E
Me di konferansa xwe de bal kişand ser girîngiya bibîranîna jinên Kurd ên ku ji berê heta niha li her parçeyekî Kurdistanê pêşengên berxwedana li dijî zilmê bûne, tevlêbûna platformên hevpar û mekanîzmayên bi bandor ên ku mîrateya wan li cîhanê belav kirine û di dawiyê de avakirina Konfederalîzma Jinê ya Demokratîk ji xwe re kirine armanc.
Yek ji mijarên din ên sereke yên di konferansa me de hatin nîqaşkirin jî ew bû ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û aştiya Rojhilata Navîn bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan pêkan e.
Berdewamiya şert û mercên şer û pevçûnên ku bi pergala tecrîda Îmraliyê kûrtir dibe herî zêde bandorê li jinan dike. Li ser van şert û mercan desthilatdariya siyasî li Tirkiye û Kurdistanê polîtîkayên cudakar û zayendperest ên li ser jinan kûr dike, têkoşîna wekhevî û azadiyê ditepisîne, destkeftiyên jinan desteser dike.
Birêz Ocalan çareseriya pirsgirêka Kurd bi awayekî berfireh dinirxîne û li dijî vê pergala ku Rojhilata Navîn veguherandiye erdnîgariya qirkirina jinê, qirkirina xwezayê, qirkirina ziman û çandî, qirkirina etnîkî û mezhebî, derfetên modela jiyana azad û wekhev a gelan, bi çareseriya Neteweya Demokratîk re derxist pêş. Zîhniyeta ku di sedsala 21’an de êrişî mafê statuya Kurdan dike, êrişî statûya wekhev û azad a jinê jî dike.
Divê neyê jibîrkirin ku; rol û azadiya Birêz Ocalan tekane rêya derketina ji şerê li Rojhilata Navîn û temînata aştî û azadiya jinê ye.
EM Ê BI HEMÛ HÊZA XWE JI BO AZADIYA OCALAN BIXEBITIN
Ji bo vê jî Meclisa Jinan a DBP'ê; bi hemû hevkarên jin re ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên meş, sempozyûm, daxuyanî, nobeda edaletê, çalakiyên xwendinê wê li dar bixin. Di van çalakiyan de bi awayekî aktîf cih bigirin, bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ji gund heta bajaran, ji kolanan heta qadan çalakî û civîn wê bên lidarxistin.
JIYANA AZAD BI TÊKOŞÎNA JINÊ PÊKAN E
Jiyana azad a wekhev bi têkoşîna jinê pêkan e, bêguman sedsala 21’an wê bibe sedsala jinan û sala 2025’an wê bibe sala azadiyê, îdiaya me ya jiyana azad a bi têkoşîna jinê re temînata civaka azad e.
BERNAMEYA ÇALAKIYAN
Wek encam; delegasyona me ya konferansê çarçoveya têkoşîna me ya demê diyar kir;
* Ji bo Çareseriya Demokratîk a Pirsgirêka Kurd û Azadiya Birêz Ocalan ku temînata aştiya Rojhilata Navîn e, pêkanîna çalakî û civînan;
* Li dijî Qirkirina Jinan li her derê birêxistinkirina xwe parastinê,
* Biryar hat dayîn ku bi akademiyên jinan, têkoşîna jinê di siyaseta demokratîk de bê mezinkirin.”