Jiyan Dêrik: Heta jin hebin dê her li ber xwe bidin

  • jin
  • 09:51 17 Kanûn 2024
  • |
img

RIHA - Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbyayê Jiyan Dêrik diyar kir ku hevalên wan ên li Minbicê hatin qetilkirin, piştî rizgarkirina bajar a DAIŞ’ê pêşengtiya têkoşînê kiribûn û ev tişt anî ziman: “Jin heta ku sax bin dê li dijî vê pergalê bisekinin.” 

Bi êrişên Heyet Tehrîr El Şamê (HTŞ) re hemwext, dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê jî êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin û ev êriş hêj didomin. Di 10’ê Kanûnê de li Minbicê endamên Kombûna Jinan a Zenûbyayê Kamar El-Soud, Ayşe Abdulqadir û Îman hatin qetilkirin. 
 
Kombûna Jinan a Zenûbyayê ku li bajarên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe birêxistin kirine, li dijî zewacên di temenê biçûk de, tundiya li dijî jinan, qetilkirin, hevberdan, nefeqe, mîras, welayeta zarokan û di gelek pirsgirêkên din ên civakî de çareseriyan pêş dixe. Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbyayê Jiyan Dêrik têkildarî êrişên ser herêmê û têkoşîna jinan axivî. 
 
Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbyayê Jiyan Dêrik 
 
HER 3 JIN JÎ ÇALAK BÛN
 
Jiyan Dêrik, anî ziman ku piştî rizgarkirina Minbicê ji DAIŞ’ê, Kombûna Jinan a Zenûbyayê dest bi xebatên xwe kiriye. Jiyan Dêrik, da zanîn ku her 3 hevalên wan ên hatin qetilkirin sê jinên pêşeng ên têkoşînê bûn û wiha go: “Di xebatan de çalak cih digirtin. Li her devera navenda bajar û gundan xebat meşandin. Dizanîn ku Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Li gorî vê tevdigeriyan. Di serdemeke ku nasnameya jinan nedihat naskirin de jiya bûn. Di demeke ku dengê xwe bilind dikirin û li dijî pergala DAIŞ’ê derdiketin de hatin qetilkirin. Gelek muameleyên biçûkxistinê lê hatin kirin, rastî destdirêjiyê hatin. Piştî Şoreşa Rojava, jinan pêşiya xwe dîtin.” 
 
JINÊN PÊŞENG DI HEDEFÊ DE NE
 
Jiyan Dêrik, bi lêv kir ku bi rizgarkirina Minbicê re di serî de Mala Jinan, gelek sazî û dezgeh hatine avakirin û axaftina xwe wiha qedand: “Êrişên Tirkiye û SMO’yê li ser van destkeftiyan gef in. Bi zanebûn jinên pêşengtiya têkoşînê dikin hedef digirin. Dixwazin destkeftiyên jinan û Kurdan tune bikni. Li cihên hatin dagirkirin li gel qetilkirina jinan, tên revandin û rastî tundiyê tên. Ev jin li Rêveberiya Xweser xwe li ser pêyan digirtin û bindestî qebûl nekirin. Di şexsê her sê hevalên jin de em hemû jinên di têkoşîna azadiyê ya jinê de şehîd bûne bi bîr tînin. Heta ku jin sax bi dê her tim li dijî vê pergalê bisekinin.” 
 
MA / Ceylan Şahînlî