Jin ji bo meşa ‘çareseriya demokratîk’ kom bûn

  • jin
  • 16:54 31 Gulan 2025
  • |
img

AMED – Bi hezaran jin bi dirûşma; ‘Jin ji bo aştiya civakî û çareseriya demokratîk dimeşin’ li Parka Şemse Allak kom bûn. 

Bi pêşengiya Tevgeza Jinên Azad (TJA) bi hezaran jin ji bo bi dirûşma; ‘Jin ji bo aştiya civakî û çareseriya demokratîk dimeşin’ li Parka Jiyanê ya Şemse Allak bimeşin Ulu Camiyê kom bûn. 
 
Di meşê de ji gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê jin tevlî bûn, Hevserokên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Ûçar û Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari jî di nav de gelek kes beşdar bûn. Jinên ku li Parka Jiyanê ya Şemse Allak kom bûn, li gel stranên ku gotin û bi dengê zilgitê govend gerandin. Jinên ji Botanê ku bi cilûbergên xwe yên neteweyî beşdarî meşê bûn, li gel dahol û zirneyê ketin parkê û dirûşmeyên 'Jin, jiyan azadî, azadî' berz kirin.
 
Jinan pankarta "Bi jinê re jiyan azad dibe, civak bi aştiyê re azad dibe", "Jiyan berxwedan e", "Keda jinê bi aştiyê azad dibe", "Jin daxwaza aştiyê dikin" û "Zilam lêdide, dewlet diparêze" pankarteke mezin a ku li kêleka "Bila sedsala jinê bibe şoreşa zimanê Kurdî" li gel "Jin, jiyan, azadî" vekirin. Jinan gelek caran dirûşmên wekî, "Jin, jiyan, azadî, azad bike Rebertî" û "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin. Jinên ku li gel daholê govend gerandin li gel stranên ku gotin, wê di demek nêz de dest bi meşa xwe bikin.