NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan, di çarçvoeya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê li gelek bajaran, çalakî li dar xistin û daxuyanî dan çapemeniyê. Jinan di çalakî û daxuyaniyan de, gotin; "Qîrîniya Emîne Bûlût a got 'Ez naxwazim bimirim' qîrîniya me hemûyane."
Jinan, bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê li gelek bajar û navçeyan daketin qadan, tundiya li dijî jinê û polîtîkayên zayînd perest ên hikumetê şermezar kirin. Jinan di çalakî û daxuyaniyan pêk anîn de, gotin; "Qîrîniya Emîne Bûlût a got 'Ez naxwazim bimirim' qîrîniya me hemûyane."
AMED
Navenda Sepan û Şêwirmendiyê ya Mafê Jinan a Baroya Amedê, der barê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê, li salona Konferansê ya Tahir Elçî civîna çapemeniyê li dar xist. Endama Navenda Şêwirmendiyê Mafê Jinan a Baroya Amedê Çîgdem Sevîmlî bal kişand ser têkoşîna xwîşkên Mîrabel û diyar kir ku têkoşîna wan ji bo jiyanek azad û wekhev dayî niha jî didome.
Çîgdem, da zanîn ku jin hêj berdêla azadiya xwe bi canên xwe didin û wiha got: “Li gorî daneyên ne fermî di deh mehên sala 2019’an de zilaman herî kêm 284 jin kuştin. Dosyayên ku derbarê jinan de yên tundî, cinayet, tacîz û êrîşên zayendî ji ber ku lêpirsîneke bi bandor nayê rêveberin faîl bi cesaret dikevin.” Çîgdem, diyar kir ku şîdeta ser jinan a ku zêde dibe û berdewam dike sebebê wê ne çareserkirina çavkaniya şîdetê ye."
Çîgdem, balkişand ser nêzîkatiya qeyûman a ser destkeftiyên qeyûman û wiha axivî: “Qeyûmên ku di sala 2016’dan de hatin tayînkirin ewil saziyên jinan girtin. Çima di tayînirina qeyûman a 2019’an de pergala hevserokatiyê kirin hincet. Ev pêkanîn, nîşan dide ku ev ne tesaduf e û qada jiyanê ji jinan re nahêlin. Ev desteserkirinia vînê ye. Em vê yekê qebûl nakin. Em mîlîtarîzm, şer, mêtîngerî, zayendîperestî, homofobî, bifobî, transfobî, tundiya dewletê û zilam, tacîz û tecawizê red dikin. Em weke her roj îro jî em ê li hemberî îhlalên ku destkeftiyên bi têkoşîna xwe qezenç kirî bin. Em ê ji bo ku şîdeta li dijî jinê rabe têkoşîna xwe bidomînin."
ÎHD'Ê: TUNDIYA LI DIJÎ JINÊ POLÎTÎK E
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê rapora xwe ya li ser tundiyê ya Salekê derbarê tundiya li ser jinên li herêma me parvaekir. Rêvebera Komîsyona Jinan a ÎHD'ê Ezgî Sila, Demîr piştî rêzgirtina ji bo hemû jinên ku jiyana xwe ji dest dane rapora hatibû amadekirin bi raya giştî re parve kir.
'Hêrî zêde jin ji şer bi bandor dibin'
Ezgî wiha got: "Dîroka tundiya li ser jinê tê meşandin gelek kevn e. Dişminantiya li hemberî jinê di tevahiya dîrokê de berdewam kiriye û wiha xuya dike ku wê berdewam jî bike. Lê ev ne çarenûs e û dîroka têkoşîna jinê jî ne nû ye. Mixabin tundiya li ser jinê ku li her devera cîhanê berdewam dike, li Rojhilata Navîn ku qada şer e, zarok û jin herî zêde ji şerê ku tê kirin zararê dibînin û êşê dikişînin."
Rapora ÎHD'ê ya derbarê tundiya li herêmê ya 25'ê Mijdara 2018'an û ya 25'ê Mijdara a2019'an jî ji aliyê Rêvebera Komîsyona Jinan Derya Yildirim ve hat xwendin. Di raporê de van daneyna cih girt:
"Ji bilî mirina di encama 16 întîharan de, li herêmê di nava malbatê û li qada civakî ji ber tundiya mêr a li ser jinê li herêmê 54 jinin hatine qetilkirin. 13 jin jî bi awayê bi gûman mirî hatine dîtin."
Bajarên ku li qada civakî jin li wan hatine qetilkirin:
Li Rihayê 8, Amed, 7, Dîlok 6, Gurgum 5, Êlih 4, Meletî 4, Mêrdîn 3, Îdir, 1, Xerpêt, 3, Dêrsim 3, Agirî 3, Erzirom 2, Wan 1, Bedlîs 1, Şirnex 1, Çewlik 1 û li Colemêrgê jî 1 jin hatiye qetilkirin.
Bajarên ku jinan bi awayê bi gûman li wan jiyana xwe ji dest dane:
Li Êlihê 1, Erzirom 1, Erzîngan 2, Colemêrg 2, Dîlok 1, Meletî 2, Amed 2, Erdexan 1 û li Sêrtê jî 1 e.
JENOSÎDA ŞENGALÊ
Platforma Têkoşîna Ji Bo Jinên Bi Zorê Hatine Girtin bi boneya rojê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Jenosida 24'ê Tebaxa 2014'an a Şengalê ji rûpelên herî tarî yên dîrokê ye.
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Em şopdarê jinên ku bi fermana 73'emîn rû bi rû hatine hiştine. Em dizanin ku çeteyên bi navê Boko Haram, El Kaide, El Şebbab, Ensaru Şeria, El Nusra, Îşid, Heşdî Şabi hemû di mijara qirkirin û çewisandina jinê û mirovatiyê de heman tişt in. Ji ber îktidarên ku kesên wekî wan nafikirin qir dikin her ku diçe cîhan bi ber xerabiyê ve diçe. Hemû cureyên tundiyê yên li ser jinê bingeha xwe ji zihniyeta baviksalarî digire. Tundiya li ser jinê bingeha xwe ji feraseta îktidarê digire. Tayinkirina qeyûman yek ji cureyên tundiya li dijî jinê ye. Jin bi her hawê xwe ji mafên xwe yên aborî, xebat, jiyanê bêpar tên hiştin. Rastiya şer hem jinan hem jî gelên bindest her tehdît dike. Lê têkoşîn û nerazîbûna jinên Rojhilata Navîn ji bo têkoşîna hemû gelên cîhanê bûye sembolek. Jin bi rolên xwe yê çalak dibe sedem ku rolên civakî biguhere. Ji ber ku modela hevserokatiyê rolê civakê diguhere û dibe sedema wekheviyê loma modela hevserokatiyê bûye hedefa îktidaran. Ji bo têkoşîna li dijî îktidarên ku dibe çewisandina jinê têkoşîna me dê bidome."
RIHA
Li Rihayê di pêşengiya Platforma Bajêr a Rihayê de di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê bi tevlibûna gelek saziyên jinan li Navenda Kar a Ahmet Bahçivan daxuyanî ji çapemeniyê re hat dayîn. Daxuyanî li ser navê jinan ji aliyê Hevseroka Bajêr a HDP'ê Emîne Çetîner ve hat xwendin.
Emîne diyar kir ku pergala desthilatdar a kapîtalîst ji bo ku zîhniyeta netewdewletê li ser piyan bihêle hemû cureyên şerê qirêj xistine dewerê. Emîne anî ziman ku pergala mêtinger bi şerê li Rojhilata Navîn dide meşandin hewl dide hebûna xwe mayînde bike. Lê li dijî van hemû pêkanînan têkoşîna jinên ya li dijî tundiyê li tevahiya cîhanê berdewam dike."
Piştî daxuyaniya hat dayîn jin bi dirûşmên "Jin Jiyan azadî" derbasî avahiya HDP'ê bûn.
MÊRDÎN
Komîsyona Mafên Zarok û Jinan a Baroya Mêrdînê xwest bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê, li avahiya Edliyeyê daxuyaniyek bide çapemeniyê û piştre belavok belav bike lê ji ber ku walîtî qedexeya çalakiyan dabû nehiştin çalakî pêk bê. Derbarê qedexeya walîtiyê de Baroya Mêrdînê daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniya nivîskî de hat destnîşan kirin ku belavkirina belavok û daxuyanî ji hêla Walîtiya Mêrdînê ve hat qedexekirin û wiha hat gotin: "Qedexekirina çalakiyê lidij hiqûqê ye. Bi vê nêzîkatiyê hat nîşandan ku şîdeta li hemberî jinê dom dike û naxwazin li dijî şîdetê çalakî bên lidarxistin. Belavkirina belavok û daxuyanî bi hinceta ewlehiyê hat qedexekirin û ev tişt tu carî nayê qebûlkirin. Derbarê qedexeyê de dê pêvajoya hiqûqê bidin destpêkirin."
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku li dijî qedexêyê dê di saet 14'an de li avahiya baroyê belavokên xwe belavbikin û piştre jî dê fîlma "Dema Perperokan" temaşe bikin.
HATAY
Platforma Jinê ya Îskenderûnê jî, di çarçoveya 25'ê Mijdarê de, li Parka Boyacilar daxuyanî da çapemeniyê. Berfîn Ozek a zilamekê bi kezzapê rûyê wê şewitand û Serokwekîla Baroya Hatayê Sevînç Çakici jî piştgirî dan platformê. Platformê, diyar kir ku naxwazin navê jinan bi mirinê, bi jiyanê bi bîr bînin.
EDENE
Navenda Mafê Jinê ya Baroya Edene yê jî, bi heman armacê, li Salona Mahmût Esat Bozkurt a li Edliya Edeneyê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de hat diyar kirin ku tundiya li dijî jinê binpêkirina mafê mirovane. Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DISK), Şaxa Emeklî- Sen a Edenê û Baskên Jinê ya Partiya Gel a Komarê (CHP) ya Edenê jî bi boneya rojê daxuyanî dan çepemeniyê û tundiya li ser jinê şermezar kirin.
ÎZMÎR
Baroya Îzmîrê jî, li Cadeya Şehîdên Kibrisê meşek li dar xist. Di meşê de dirûşmeya "Ne hevberdanê, cînayetên jinan asteng bikin" hat berzkirin. Rêxistinên jinan ên Îzmîrê jî, li Qada Konakê li hev kom bûn û bal kişandin ser kuştinên jinan. Jinan di axaftinên kirin de, xwestin ku rêveberiyên herêmî, hikumet û dewlet li dijî tundiya li ser jinê gavên şênber bavêjin û berpirsiyariya xwe bi cih bînin.
ELIH
Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Êlihê jî, bi jinan re li Parka Ataturkê hatin gel hev û meşek li dar xistin. Polîsan bi hinceta biryara qedexeya walîtiyê destûr nedan meşê. Piştî hevdîtin kurt polîsan destûr dan ku jin nêzî 150 metreyan bimeşin. Wekîla HDP'ê Başaran, bertek nîşanî vê yekê da û dirûşmeya "Jin jiyan azadî" berz kir. Jinan li parkê daxuyanik kurt dan û gotin: "Emê têkoşîna xwe ya li dijî tundiya li ser jinan dawam bikin." Jinan piştî meş û daxuyaniyê çalakiya xwe bi lêxistina çepikan û berzkirina tilîliyan bi dawî kirin.