STENBOL - Jinên bêkar, diyar kirin ku bilindbûna rêjeya bêkarbûna jinên ciwan, encama polîtîkayên hikûmetê ye û hepskirina malê û anîna zarokan li wan tê ferzkirin
Jinên ku di salên dawîn de li Tirkiyeyê di hedefa bûyerên tundî, tecawiz, tacîz û cînayetan de ne, herî zêde ji krîza aborî bi bandor dibin. Bêkariya jinan a ku di demên krîzan de zêde dibe, di statîkên hêza kar ên Saziya Statîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) yên meha tebaxê de xwe bi awayekî aşkera dabû der. Li gorî raporê, bêkariya kesên temenê wan di seriya 15 salan de li gorî sala borî 980 hezar kes zêde bûye û derketiye 4 milyon û 650 hezar kesî. Di tebaxa sala 2018'an de bêkariya jinên ciwan ên bajarvanî ji sedî 32,9 bû. Di tebaxa sala 2019'an de ev rêje derket ji sedî 42,6'an.
Hejmara bêkariya jinên li ÎŞKÛR'ê qeyd kirî, li gorî sala borî ji sedî 22,8 zêde bûye û derketiye 42 milyon û 42 hezar kesî. Li gorî van daneyan, bêkariya jinên ciwan, ji sala 2005'an ve derketiye asta herî bilind. Jinên ciwan ku her roj diçe li derveyî jiyana kar tên hiştin, diyar kirin ku reşwa heyî encama polîtîkayên hikûmetê ne.
JI MEZÛNBÛNA XWE VE KAR NEDITIYE
Demet Koca ku sala borî ji Beşa Têkiliyên Endustriyê û Aboriya Xebatê ya Zanîngeha Stenbolê mezûn bûye, ji roja ku mezûn bûye heta niha kar nedîtiye. Koca, diyar kir ku ji ber vê yekê bi qursên taybet hinek pere qezenc kiriye û niha pirsgirêka nedîtina waneyên taybet dijî û wiha got: "Krîza aborî asteng dike ku malbat waneyên taybet bigirin. Ji ber vê yekê niha bi piştgiriya malbata xwe li ser pêya me. Krîza aborî herî zêde bandorê li ciwanan kiriye. Ev rewş, encama polîtîkayên taybet ên hikûmeta AKP'ê yên li ser jinan e. Nezikbûneke "dibe ku jin biwelide, ji ber vê yekê em negirin kar" heye. Zêdebûna kardîtinê ya jinan tê wateya berfirehbûna qada azadiyê û parastina mafê jinan."
KARSAZ DIXWAZIN ZILAMAN BIXEBITÎNIN
Fîdan Yilmaz ku di sala 2014'an de ji Beşa Endezyariya Nexşeyê ya Zanîngeha Teknîkê ya Yildizê mezûn bûye jî ji salek zêdetir e bêkar e. Yilmaz destnîşan kir ku ji ber ku jin e kar nabîne û wiha got: "Dema em ji bo kar serî li şantiyan didin, piraniya karsazan dibêjin ku dixwazin bi zilaman re bixebitin. Ji ber vê yekê li derveyî pîşeya xwe kar digerim. Ji ber netirbûna aborî kêm caran ji malê dertim. Dema ku mirov dertê derve bixwaze û nexwaze jî mesrefa mirov dibe. Ji bilî pêwîstiyên xwe tu xerckirinê nakim. Çûyîna şano û sînemayê bi çend caran re sînor kiriye."
'TÊ XWESTIN KU JIN LI MALÊ QUB BIKEVIN'
Yilmaz, bi lêv kir ku zêdebûna rêjeya bêkariya jinan polîtîkayeke bi zanebûn e û ev tişt anî ziman: "Jinên ku ji qadên kar tên dûrxistin tê xwestin ku li malê qub bikevin. Bi vê yekê tê xwestin ku jin serê xwe hê berjêrtir bikin. Ji ber ku em di civakeke baviksalar de dijîn, destê xwe davêjin çi pirsgirêk dijîn. Hatiye wê astê ku em karek ji xwe re peyda bikin dê kar nedin me. Ji ber tundiyên ku li jinan tên kirin gelek jin naxwazin bixebitin. Qenebe ji bo sererastkirinên vê qada tundiyê gav bên avêtin."