Tuncel: Navenda şerê Tirkiyeyê û polîtîkaya neçareserkirinê Îmrali ye
- jin
- 16:12 17/8
Siyasetmedar Sebahat Tuncel li Îzmîrê di gotûbêja TJA’yê û DEM Partiyê de axivî û got: “Navenda şer û polîtîkaya neçareserkirinê Girtîgeha Îmraliyê ye.”
Siyasetmedar Sebahat Tuncel li Îzmîrê di gotûbêja TJA’yê û DEM Partiyê de axivî û got: “Navenda şer û polîtîkaya neçareserkirinê Girtîgeha Îmraliyê ye.”
Îpek Er bi tecawiza çawişê pispor Mûsa Orhan re rû bi rû mabû û paşê dawî li jiyana xwe anîbû. Bi ser kuştina Îpek Er re 4 sal derbas bûn. Jinan nerazîbûn nîşanî necezakirina Orhan dan û gotin ew hê jî tê parastin.
Jinan li Hindistanê tecawizkirin û qetilkirina jinekê prostesto kirin û pankarta “Jin jiyan azadî” vekirin û nerazîbûn nîşanî tundiya li ser jinan dan.
Di Tenûra Keda Jinê de hejmara xebatkarên jin daket 2’yan. Melîke Ozcan a tenûrê bi rê ve dibe destnîşan kir ku ji ber krîza aborî, bihayê nan têrî lêçûnên wan nakin.
TJA’yê di daxuyaniya xwe ya piştgiriyê ji bo jinên li dijî Talîban li ber xwe didin de wiha got: “Em têkoşîna wan a 40 sali e didomînin diparêzin û xwedî lê derdikevin. Tevî sînorên netewe dewlet bi ser me ferz dike jî, em ê li her derekê gotina ‘Jin, jiyan, azadî’ bidomînin.
Efxanistan a Talîban bi rê ve dibe ji bo jinan û zarokan veguherî girtîgehekî vekirî. Ji tenduristiyê heya perwerdeyê, ji werzîşê heya her qadekî jiyanê maf hatin astengkirin û jin jî bi piştevaniyê ji xwe re qadên alternatîf ava dikin.
Elîf Ege ya ji Mor Çatiyê diyar kir ku wan di rapora pêşkêşî NY’yê kirine de behsa cihêkarî û nijadperestiya li ser jinên koçber kirin e û got: “Heta ku wekheviya zayendiya civakî neyê pêkanîn, dê pêşî li tundiya li ser jinan neyê girtin.”
Damezrînera ICAVI'yê Roûhî Shafîî ku bertek nîşanî darvekirinên ji ber çalakiyên "jin, jiyan, azadiyê" da, got: "Li cîhanê mirov pir zû qewimînan ji bîr dikin. Gava em dengê xwe bilind dikin piştgiriyê didin me, lê gava şerê me bêdeng dibe xwe li bêdengiyê datînin."
Li Enqere û Stenbolê duh bi şev 3 jin hatin kuştin.
Komeleya Dema Jinê, derbarê jinên kurd ên li Stenbolê dijîn de raporek amade kir û got: “Ji sedî 42’yê jinan bi tundiya derûnî û ji sedî 30,40’ê wan jî bi tundiya fîzîkî dibînin. Ji sedî 54.7 jin jî dixwazin bi kurdî agahiyan bigirin.””
TJA û DEM Partiyê bertek nîşanî hevşaredarên îstîfa kirin dan û wiha gotin: “Avkevir, Bêrecûk û Aviskê îradeya jin, ciwan û gel in. Banga me ji bo kesên li dijî vê îradeyê disekinin ev e; hûn ê li hemberî îradeya jinan têk biçin.”
Meclisa Jinan a Şaxa SES a Amedê, li gundên Amedê dest bi semînerên tenduristiyê yên bi zimanê dayikê kirin. Tenduristkar Rezan Akyel got ku xizmeta bi zimanê dayikê dermankirin û teşxîsdanînê hêsantir dike.
TJA û DBP'ê li navçeyên Hewag, Pirsûs û Xelfetiyê kargehên “şerê taybet” li dar xistin. Jinên ku beşdarî kargehan bûn gotin: “Dema jin li ber xwe bide, kes nikare wê tune bike. Em ê serê xwe netewînin.”
Jinên Iraqî û êzidî diyar kirin ku hewldanên ji bo guherandina “Qanûna Rewşa Şexsî” ya li Iraqê, êrişeke li dijî mafên jinan e û wiha gotin: “Divê hêj ev qanûne nehatiye guherandin bi temamî bê rakirin. Banga me ji sazî û dezgehên li Iraqê ji bo mafên jin û zarokan têdikoşin ew e ku li dijî vê dengê xwe bilind bikin.”
Platforma Jinan a Enqereyê polîtîkayên îktîdarê yên destkeftiyên jinan hedef digirin rexne kir û wiha got: “Dê têkoşîna me ya ji bo mafên xwe bidome.”