'Cihê girtiyên nexweş ne girtîgeh in'
- jin
- 09:04 05/2/2022
Ji Komîsyona Jinan a ÎHD'a Amedê Ezgî Sila Demîr ku bal kişand ser rewşa Aysel Tûglûkê, got: "Cihê girtiyên nexweş, ne girtîgeh in."
Ji Komîsyona Jinan a ÎHD'a Amedê Ezgî Sila Demîr ku bal kişand ser rewşa Aysel Tûglûkê, got: "Cihê girtiyên nexweş, ne girtîgeh in."
Endamên DAKAP'ê ji bo girtiya nexweş Aysel Tugluk û girtiyên nexweş daxuyanî dan û kartên piştevaniyê ji Tugluk re şandin.
Li navçeya Hezexê, jina bi navê Kader Yagbasan bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.
KCDP’ê daneyên meha çile eşkere kir û li gorî daneyan di meha çile de 26 jin hatine kuştin û 28 jinan jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane.
Li Mêrdînê jina ku du meh berê çawişê pispor Mehmet Mûstafa Y. nas kiriye, piştî çawişê pispor gefan lê dixwe diçe qereqolê giliyê wî dike. Li qereqolê polîs di ber wê dane û nehiştine gilî bike. Piştî vê jinik diçe serdozgeriya komarê giliyê çawiş dike. Dozgerî jî bêyî ku îfadeya esker bigire derbarê wî de biryara dûrxistinê dide.
D.D.'ya ku li wargeha cemaetê tahdeya derûnî lê hatiye kirin, anî ziman ku piştî jinên ku çîroka wan wekî ya wê nas kiriye ji wargehê derketiye û got: "Gava em tevli dersên wan nedibûn tahde li me dikirin."
Li Wanê derket holê ku şirîkên hêwana masajê ya fuhûş lê hatiye kirin polîsên îstixbaratê ne. Xebatkara hêwanê ya berê S.A., di îfadeya xwe de gotiye, polîsên şirîkê hêwanê tecawizî jinan kirine û fuhûş li wan ferz kirine.
Seroka Komeleya Jinan a Mîmozayê Çîgdem Goksoy û Hevseroka Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Zeynep Benlî ji bo Aysel Tûglûk were berdan, bang li Wezareta Dadê û ATK’ê kir ku peywîra xwe bi cih bînin.
Hevala Aysel Tûglûk a zanîngehê û ya herî dawî di 29’ê Kanûnê de çû serdana wê Refîka Çakillik wiha bang li jinan kir: “Tevkariyeke mezin a Ayselê li têkoşîna jinan çêbû, ji ber vê yekê bêyî cudatiya partî û fikran ji bo Ayselê ji wir derxînin divê herkes destê xwe deyne bin kevir.”
Siyasetmedarên jin ên HDP’ê, xwestin ku Aysel Tûglûk û girtiyên din ên nexweş bên berdan û wiha got: “Divê ATK dest ji astengkirina azadiya girtiyan berde.”
Li navçeya Altindag û Keçîorenê piştî girtina du nexweşxaneyên jinan, jin mecbûrî nexweşxaneyên bajêr tên kirin. Endama Komîsyona Tenduristiya Jinan a Odeya Bijîşkan a Enqereyê Bijîşk Ayşe Ûgûrlû, destnîşan kir ku bi vê re dê jin di warê xwegihandina tedawiyê de zehmetiyan bikişînin.
Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo nîqaşkirina "Tifaqa demokrasiyê" ya ji bo diyarkirina xeta têkoşîna polîtîk hat avakirin û ji bo nîqaşkirina 8'ê Adarê li ser platforma onlineyê bi jinan re civînek lidar xist. Berdevaka Meclîsê Ayşe Acar Başaran axivî û got: "Nexwê deriyan vekin bila Ocalan biaxive."
Hediye Alagaş ku dengbêjiyê wekî "dengbêjî, serîhildana jinê ye" pênase kir, got: "Jin, li hemberî êşên xwe, bi dengbêjiyê dengê xwe bilind dikin."
Jinên li Bodrumê bi mebesta piştevaniya bi nexweşa giran Aysel Tugluk re, qert şandin Girtîgeha Kandirayê.
Serkan Ozgun ku jina êzidî Baran Hasan Rasho kuştibû, xwe bi "tehrîkê" parast û angaşt kir ku nexweşê şîzofrenê ye. Heyeta dadgehê biryar da ku telefona Rasho bê lêkolînkirin û danişînê taloq kir.