HDK li dijî serdestiya zilam konferansa berxwedan û têkoşînê li dar dixe
- jin
- 14:53 04/12/2021
Konferansa Meclîsa Jinan a HDK'ê ya bi sernavê "Em li dijî serdestiya mêr rêbazên têkoşîn û berxwedanê diaxifin" dest pê kir. Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr di konferansê de wiha got: "Sekna rêxistinên jinan dê pêşeroja jinan bi hêz bike. Ligel her cureyên êrişan tevgera jinên cîhanê hêza xwe dikin yek bi hev re çalakiyan li dar dixin. Ev tişt ji bo jinan girîng e."