Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne
- jin
- 10:29 08
Gelek jinên ji bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo “Meşa Aştiyê” li Enqereyê hatin gel hev. Polîs hewl didin meşa jinan asteng bikin.
Gelek jinên ji bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo “Meşa Aştiyê” li Enqereyê hatin gel hev. Polîs hewl didin meşa jinan asteng bikin.
KCDP’ê rapora xwe ya 6 mehan aşkera kir û got ku ji sedî 65’ê jinan li malê û ji sedî 35’ê wan ji h3ela hevjînên xwe ve hatine qetilkirin.
Kesê bi navê F.D. ku li bajarokê Dêrgûlê dijî, dayika xwe H.D. derb kir.
MKG’ê, Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegerên Jin a Meha Hezîranê parve kir û got ku 7 rojnameger hatin binçavkirin û 2 jî hatin girtin.
Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Hezîranê ya JINNEWS’ê, di Hezîranê de 19 jin û zarokek hatin qetilkirin û 6 jin û 4 zarokan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
Hejmara nû ya kovara Jinê bi manşeta “Li dijî jibîrkirinê: Jin, bawerî û hevrûbûn” derket.
Sebahat Tûncelê hemû jinan vexwand meşa ber bi Meclisê ve û got: "Em hemû kesên aştîxwaz û biratîxwaz vedixwînin Enqereyê."
Komeleya Aryen Hunerê dê li Wanê ji bo pêşandana resmên zarokan dê bi navê "Hêviyên Hunerê" pêşangehekê li dar bixe.
Rûken Nexede ya KJAR'î ku got jinên li Îranê bi felsefeya "Jin Jiyan Azadî" xwe ji bo têkoşîna azadiyê amade dikin, got ku ji ber ku ew Îraneke azad û demokratîk diparêzin û ji bo wê têdikoşin, ew ji aliyê rejîmê ve tên hedefgirtin.
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû ji bo meşa ku dê di 8’ê Tîrmehê de li Enqereyê were lidarxistin banga tevlibûnê kir.
Rojnameger Nişmiye Gulerê diyar kir ku ji bo mîrateya Gurbetellî Ersozê bidomînin “Xelatên Rojnamegeriya Jinê ya Gurbetellî Ersozê” li dar dixin û ji bo beşdariyê bang li hemû rojnamegerên jin kir.
Jinên beşdarî “Mihrîcana Jin, Xweza û Çandê” ya li Gimgimê bûn, diyar kirin ku divê di pêvajoya nû de hemû jin bi berpirsiyarî rabin û gotin: “Civaka azad bi jina azad dikare were avakirin."
Ferîde Eralp diyar kir ku tevgerên jinan di pêvajoyên çareseriyê de xwedî mîrateyeke girîng in û got: “Em xeyala aştiyeke ku jin jî azad dibin bikin û il gorî wê bixebitin.”
Bi sedan jin di “Mihrîcana Jin, Xweza û Çandê” ya ku diyarî Ekîn Wanê hatibû kirin de civiyan. Aktivîsta TJA’yê Muşerref Dag, diyar kir ku dê jin bikaribin bi têkoşîna xwe ya rixistinkirî ve çand û hunerê bidin jiyîn.
Roja 4’emîn a Mihrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê ji bo çalakiyên jinan hate veqetandin. Di vê çarçoveyê de Atolyeya Jineolojiyê hate lidarxistin.