TJA: Em li xwezaya xwe xwedî derdikevin
- jin
- 13:22 30/11/2020
TJA'yê di çarcoveye kampanya"Em xwe diparêzin" li dijî talankirin û wêrankirina xwezayê daxuyanî da.
TJA'yê di çarcoveye kampanya"Em xwe diparêzin" li dijî talankirin û wêrankirina xwezayê daxuyanî da.
Meclisa Jinê ya HDP’ê, têkildarî serdegirtina kogûşên girtiyên jin ên li Girtîgeha Kandirayê de daxuyanî da û ev tişt got: “Hûn çiqas êriş bikin em ê jî ewqas bi hêz bibin û piştevaniya xwe mezin bikin.”
Weqfa Stargeha Jinan a Mor Çatiyê ku li dijî tundiya li ser jinê têdikoşe, ji ber 30’emîn salvegera xwe dîmenek weşand û peyama “guhertin pêkane” da.
Jinên li Îzmîrê, bertek nîşanî diravdaniya ji bo têkoşîna li dijî tundiyê îstîhdama ewlekariyê û xizmeta çemaweriyê ya jinan a budçeyê de cih nagire dan û gotin: "Em ne alîkariyê, azadiya aboriyê dixwazin."
Leyla Ozturk a li Tarsûsê dijî ji aliyê Sebahattîn Ozturk ê li Xarpêtê cerdevaniyê dike ve hat kuştin.
Li Qoserê, li ser navê jinên ku li gel astengiya polisan jî meşiyan Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz axivî û diyar kir ku dema meşa ber bi azadiyê ve ye û ev tişt got: “Em ê destûr nedin ku kes qedera me diyar bike.” Li Êlihê jî jinên ku meşa wan hat astengkirin zincîra mirovan çêkirin.
Li Kobanê jin bi boneta 25'ê Mijdarê daketin qadan. Esma El Kino li ser navê jinan axivî û got: "Heya ku tundiya li dijî jinan bi dawî bibe emê têbikoşin. Em hemû rojên xwe, weke roja têkoşînê ya li dijî tundiyê îlan dikin."
Sazî û dezgehên jinan di çarçoveya çalakî û şahiyên 25’ê Mijdarê de li dehan navendan daketin qadan, daxuyanî dan çapemeniyê û çalakî li dar xistin. Jinên ku gotin û têkoşîna xwe kirin yek gotin: “Ji bo em xwişkek xwe jî bi tenê nehêlin, em ê vê têkoşînê mezin bikin.”
Di salekê de 1841 jinan serî li Tora Tekoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê ku li Amedê xebatên xwe dimeşîne dan. Li Amedê ku 11 jin lê hatin qetilkirin û 15 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan, 657 jinan ji bo hevjinê xwe berdin û 770 jinan jî ji bo mafê parastinê serî li Torê da.
Parlamenterê CHP'ê yê Stenolê Sezgin Tanrikulu, bi minasebeta 25'ê Mijdarê rapora karneya meclîsê ya jinê aşkere kir. Tanrikulu, anî ziman ku di zagonên li meclîsê hatin qebûlkirin de navê jinê tune ye û wiha got: "Li Lijneya Giştî ya Meclîsa Tirkiyeyê de bi giştî 57 saniyeyan li ser cînayetên jinan axaftin hatin kirin. Di 10 mehên ewil ên 2020'an de 246 jin ji aliyê mêr ve hatin kuştin. 151 jin bi guman mirin. Bi giştî 397 jin hatin kuştin."
Wekilên jin ên HDP’ê, pêşniyarnameyên cuda dan meclîsê û xwestin tundî û binpêkirina li dijî jinê bê lêkolînkirin.
Siyasetmedarên jin ên li Girtîgeha Kandirayê girtine, bi boneya 25'ê Mijdarê peyam şandin û bal kişandin ser têkoşîna li dijî tundiyê.
Endama Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Berktay, anî ziman ku AKP dixwaze civakê li dora malbatê li gorî xwe bi teşe bike û ji bo vê yekê jî jina li pêş pergala wê dibe asteng dike hedef. Berktay, destnîşan kir ku pergala serdest dixwaze jin û civaka ku li pêş pergala wê dibe asteng dixwaze dîl bigire. Berktay bal kişand ser pergala Hevserokatiyê û got: "Pergala Hevserokatiyê ji bo jinan çavkaniya hêzê ye."
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye afîşên bo boneya 25’ê Mijdarê li bîllboardan daliqand peyamên zayendperest dide.
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû derpêş kiribû ku jinên tahde li wan tê kirin serî li qereqol û midûriyetên polîsan nadin. Handan Aşkin ku bi tahdeya mêrî re rûbirû mabû, bersiva Soylû da û got: "Arvanê xwe li aş dike. Min sê caran serlêdan kir, lê we ez neparastim. Gelo haya te jê heye?"