Ji TJA’yê çalakiya zincîra xemrî
- jin
- 17:10 19/11/2020
TJA’ye bi wesîleya 25’ê Mijdarê ji bo jinên hatine qetilkirin çalakiya zincîra xemrî li dar xist.
TJA’ye bi wesîleya 25’ê Mijdarê ji bo jinên hatine qetilkirin çalakiya zincîra xemrî li dar xist.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, di panela partiya xwe ya bi mijara “Ji duh heta îro pergala hevserokatiyê" de diyar kir ku hevserokatî li ser navê wekhevî, edalet, demokrasî û mirovahiyê destkeftiyeke û ev tişt got: “Tê xwestin ku li hemberî pergala zilam jin bê heq û hiqûq bê hiştin û tênê bê hiştin û bê bêhêzkirin.”
Jinên dersimî bal kişandin ser 25'ê Mijdarê û bang li jinan kirin û gotin: "Di 25'ê Mijdarê de em pêşî li ber şidetê bigirin."
Remziye Akbal ku di temenekî biçûk de hatiye zewicandin, ji ber ku zarokên wê yên kur çênebûne tahde lê hatiye kirin û ji ber vê dev ji hevjînê xwe berdaye û tevî çar keçên xwe ji xwe re jiyaneke nû ava kiriye. Akbal, çendî ku derfetên wê pir tune ne jî, li ber xwe dide. Akbal bang li jinan kir ku tu carî bêdeng nemînin.
Jinên elewî anîn ziman ku dê di 25'ê Mijdarê de li dijî feraseta nêrza dakevin qadan û bi dirûşmeya "Tu bend tune ne ku em nikaribin bi hêza xwe wan derbas bikin" bang li hemû jinan kirin ku dakevin qadan.
Parlementera HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Meclîsa ku derbarê 23 parlementerên wê yên jin de 521 fezleke hatine amadekirin û tê xwestin parlementeriya 8 kesan bê betalkirin wekî "Platformeke pir nêrza û carinan vediguhere qada şer" nirxand.
Platforma Jinan a Enqerê, ji bo çalakiya ku di 25’ê Mijdarê de dê li ber Şaredariya Çankayê li dar bixin banga tevlîbûnê li jinan kir.
Derbarê 15 jinên endamê Platforma Jinan a Dersimê ku tacîzê şermezar kiribûn de lêpirsîn hat destpêkirin.
Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Dersimê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê de, bi armanca piştevaniyê kart ji jinên siyasetmedar ên girtî re şandin.
Dayika Aştiyê Meles Tekîn jiyanek zehmet derbas kir û nîvê temenê xwe diyarî têkoşîna aştiyê kir. Malbata Tekîn got “Jiyana wê têkoşîn û daxwaza aştiyê bû.”
Fatma Topval a ku tundiya lê dihat kirin red kir û berî 8 salan li bazara ku digotin “karê zilame” dezgeh vekir û dest bi xebatê kir, ne tenê bazarkariyê dike, di heman demê de jî, derî li muşteriyên xwe yên rastî tuneyê tên vedike.
Aktîvîstên TJA'yê di çarçoveya kampanya "Em xwe diparêzin" de, li taxên Tersûsê belavok belav kirin.
Li Konyayê, zilamê bi navê Seyfûllah K., gule li Elîf Yakin barand û qetilkir. Bi qetilkirina Yakin re, di heftiya dawî de hejmara jinên hatin qetilkirin derket 12’an.
Bîrsen Karakoyûn tevî hemû fişarên derdorê jî kar dike û di meha çile de xwe ji teqewîtbûnê re amade dike û got: “Jiyanek din mimkin e. Peyama min ji bo jinan ev e; hin bêtir wêrekî lazim e.”
TJA'yê, di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de, bi çalakiya xeleka xemrî jinên hatine qetilkirin bibîr anîn.