• img

    Li Seranserî bajarên Rojava pîrozbahiya 8'ê Adarê

    • jin
    • 17:24 08/3/2020

    Bi hezaran jin bi minasebeta 8'ê Adarê li bajarên Şehba, Qamişlo, Reqa, Hesekê û Minbiçê kom bûn û şahî li dar xistin. Jinan di şahiyê de diyar kirin çirûska ku jinan pê xistiye, venamire û tevahiya cîhanê ronî dike.

  • img

    Di mitînga Êlihê de destnîşankirina yekitiye neteweyî

    • jin
    • 17:12 08/3/2020

    Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz, di mitînga 8'ê Adarê ya Êlihê de diyar kir ku ji bo yekitiya neteweyî ya kurdan berpirsyariya dîrokî ya jinan heye û wiha got: "Em jin ji bo vê yekê amade ne, ya em ê pêk bînin an em ê pêk bînin."

  • img

    ‘Em barîkata jinan ên kes nikarin derbas bikin ava dikin

    • jin
    • 16:57 08/3/2020

    Platforma Jinan a 8'ê Adarê ya Stenbolê bi dirûşmeya "Em li dijî qeyran û tundiyê serî hildidin, li hemû cîhanê li ser piyan in" şahiyek li dar xist. Jinan di şahiyê de peyama " Dema ku îqtîdara mêrê desthilatdar xwe davê ser me, em jin xwe davên milê jinên herî nêzî xwe. Em bi piştevaniya jinê barîkata ku kes nikare derbas bike ava dikin."

  • img

    Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê: Siyaseta jin têde tune ne ne demokratîk e

    • jin
    • 16:09 08/3/2020

    Berdevka Meclîsa Jinan HDP a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, di şahiya jinan a li Wanêde axivî û diyar kir ku siyaseta ku jin têde tune be demokratîk nabe û wihagot: "Em ê li dijî tecrîd û şer aştiyê bi rêxistin bikin."

  • img

    Jinên Dersimî: Gulistan Dokû li kuderê ye?

    • jin
    • 16:00 08/3/2020

    Çagla Yolaşan, di şahiya Paltforma Jinan a Dersimê de diyar kir ku jin bi xwedîderketina jiyan, ked, laş û nasnameya xwe qadan têje kirine û aqûbeta xwendekara zanîngehê Gulistan Dokû ku nêzî 2 mehan e winda ye pirsî.

  • img

    Li Mêrdînê bi hezaran jin meşiyan: Têkoşîn didome û wê bidome

    • jin
    • 15:17 08/3/2020

    Li navçeya Qoserê, di çarçoveya 8'ê Adarê de bi hezaran jin hatin gel hev û bak kişand ser têkoşîna ku pêşengiya wê dikin û daxwazên xwe rêz kirin.

  • img

    Guven: Em bi şens in îro hemû cîhan qala têkoşîna jina Kurd dike

    • jin
    • 13:52 08/3/2020

    Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di mîtînga Jinan a 8'ê Adarê ya li Navçeya Sîlopyayê de axafî u diyar kir ku ji bo jinan bêdeng bikin Dayika Taybet Înan, Sêvê li sîlopî qetil kirin û 3 jinên siyasetmedar li Parîsê qetil kirin û wiha got: "Lê em îro bi coşek mezintir li vir in. Em bêtir bi hêz bûne. Em îro pir bi şens in. Hemû cîhan me temaşe dike. Hemû cîhan qala têkoşîna jina Kurd dike." Guven bal kişand ser tecridkirina Ocalan û anî ziman ku bahar nêzîk e û aştî bi vekirina deriyê Îmraliyê pêkan e.

  • img

    Li Wanê coşa 8'ê Adarê dest pê kir

    • jin
    • 12:18 08/3/2020

    Li Wanê, ji bo şahiya ku bû fînala çalakiyên 8'ê Adarê bi sedan jin hatin gel hev. Şahiya ku coş le hakim e, bi govend girtina jinan berdewam dike.

  • img

    Jineke bi têkoşînê mezin bûye

    • jin
    • 09:06 08/3/2020

    Gava hevjînê Nûray Abay a 70 dixwaze hewiyê bîne ser wê, Abay jî li ber vê radibe û dev ji hevjşnê xwe ber dide. Dû re ji Dêrikê berê xwe dide Amedê. Li Amedê ji bo debara xwe bike bi salan çayvaniyê, dergevaniyê û karê zaroknêriyê dike.

  • img

    Mahajera îranî: Li sînor jinên penaber bi tacizê re rû bi rû dimînin

    • jin
    • 09:04 08/3/2020

    Penaber Farah Mahajer a îranî, 7 sal berê bi hêviya ku biçe Ewropayê hatiye Tirkiyeyê. Mahajer, tiştên li Tirkiyeyê hatine serê wê gotin. Mahajer, anî ziman u hefteyeke jinên penaber ên li sînor tên tacizkirin.

  • img

    ‘Wê jin qezenc bikin’

    • jin
    • 16:31 07/3/2020

    Hevberdevka Meclîsa Jinê ya HDP’ê Ayşe Acar Başran di şahiya jinê ya li Igdirê hat lidarxistin de axivî û got: “Jinên li dijî siyaseta şer û tecrîdê siyaset û tifaqa aştiyê ava dikin wê qezenc bikin.

  • img

    Amadekariyên mîtîngên 8'ê Adarê yên li Sîlopî û Êlihê bi dawî bûn

    • jin
    • 14:12 07/3/2020

    Amadekariyên mîtîngên 8'ê Adarê yên li Êlihê û Şirnexê bi dawî bûn. Jinan ji bo tevlîbûnên mîtîngan ev bang kirin: "Bi rihê Asya, Sêvê, Fatma û Pakîzeyan em jinan vedixwîn in mîtîngên 8'ê Adarê."

  • img

    Amed ji bo mitînga 8’ê Adarê amade ye

    • jin
    • 10:20 07/3/2020

    Li Amedê sibê dê sazî û rêxistinên jinan mitînga 8’ê Adarê li dar bixin. Amadekariyên mitîngê ber bi dawiyê ve diçe û jin ji bo mitîngê hatin vexwendin.

  • img

    'Jin dikarin ji derheqê hemû zor û zehmetiyan derkevin'

    • jin
    • 09:26 07/3/2020

    Fadîme Polat, di warê muzîka kurdî de zarokan perwerde dike û sentûrê hînî wan dike. Polat, anî ziman ku jin dikarin ji derheqê hemû zor û zehmetiyan derkevin.

  • img

    Wê ji bo ked, nasname û azadiya xwe dakevin qadan!

    • jin
    • 09:24 07/3/2020

    Wê li Edeneyê jin, li dijî şer û zayendparêziyê ji bo ked, nasname û azadiya xwe dakevin qadan. Jinan ji b mîtînga 8'ê Adarê gazî kirin û xwestin qanûn û peymanên heyî pêk bên.

LÊGERÎN