Surucu: DAIŞ ji nû ve zindî dibe
- jin
- 16:03 13/10/2019
Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu di civîna TJA’yê de axivî û bertek nîşanî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da. Surucu, da zanîn ku DAIŞ ji nû ve zindî dibe.
Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu di civîna TJA’yê de axivî û bertek nîşanî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da. Surucu, da zanîn ku DAIŞ ji nû ve zindî dibe.
TJA'yê êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û got: "Ji bo ku nebin hevparê vî sûcî em bang li jin, çepgir, sosyalîst, kesên li aliyê mafên mirovan û dijberî şer in dikin ku bikin nava liv û tevgerê."
Jinên, li Nisêbîna ku li ser xeta sînor ev 4 rojin jiyana xwe ya rojane dinava şerê dijwar de dewam dikin bertek nîşanî êrîş û operasyonê dan û gotin: “Ligel hemû tiştî em ê bajarê xwe terk nekin.”
Prz. Turgay Ozcan, diyar kir ku îstîsmara zarokan zêde bûye û xwest di îstîsmara zarokan de daxuyaniya zarokan esas bê girtin. Ozcan, da zanîn ku ger ceza ji sedî sed îstîsmarê kêm neke jî dê dîsa pêlekê kem bike.
Jin ji bo kujerê Tugçe Baran bê darizandin û cezakirin, derketin kolanan û xwestin zagon bi awayekî çalak têkevin meriyetê.
Di doza Şûle Çet de pêşketinek nû çêbû. Pisporê xwendina lêv hat dîtin.
Li Antalyayê zilamê bi navê Ercan K. jinek qetil kir. Li Edenê jî, kesên nasnameyên wan ne diyar, 2 jin birîndar kirin.
Şandeyeke jinên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê pêk tê li navçeya Koyê ya Hewlêrê serdana jinên partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê kir.
Meclîsa Jinana HDP'ê li Îzmirê bi jinên Îzmirî re li hev kom bûn û Nobeta Demokrasiyê vegot.
Walîtiya Rihayê, meşa jinan a li dijî “Cînayetên jinan û îstîsmara zarokan” qedexe kir. Platforma Jinan a Bajêr darbarê qedexeya walîtiyê de daxuyanî da û bi pankarta “Em li dijî îstîsmar û tacîzên zarokan bêdeng neman, em ê bêdeng nemîn in” bertek nîşan da.
Meclîsa Jinan, diyar kir ku di 8 mehên dest pê kê yên sala 2019’an de ji 301 jinên hatin kuştin 138 jê wan bi çekê hatine kuştin û got: “Ji bo ku jin bijîn, bila biçekkirina takekesî bê qedexekirin.”
MEB'ê "Wekheviya Zayendî ya Civakî" ji nav qada çalakiyên civakî û xebatên rehberiyê derxistibûn. Seroka Şaxa Egîtîm Sen a Jimare 5'an a Îzmîrê Şenay Akyol, diyar kir ku wan ji ber vê doz li MEB'ê vekiriye û got: "Divê wekheviya zayendî ya civakî li dibistanan dersa mecbûrî be."
Parêzer Muzeyyen Nergîz, bilêv kir ku sedema sereke ya tundiya li jinê tê kirin ew e ku wekî meseleyek nav malî û divê di nav malê de bê çareserkirin tê dîtin û got, ji ber li dijî tundiyê polîtîkayeke berfireh tuneye jin nayin parastin.
Jina bi nexweşiya penceşêrê Ayla Seyîtoglû ya leşker û cerdevanan di saetên serê sibê de bi ser mala wê de girtin û jê xwestin ku beşdarî çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya HDP’ê bibe, ji ber ku ev ferzkirin qebûl nekir hat binçavkirin. Hat zanîn ku Seyîtoglû tedawiya kemoterapiyê dibîn e.
Danişîna doza kujer Hasan Îsmaîl Hikmet ê Akademîsyen Ceren Damar kuşt dest pê kir. Beriya danişînê Platforma Jinan a Enqereyê edalet xwestin.