Di 9 mehan de hezar û 76 jinan li dijî tundiyê serî li Baroya Amedê daye
- jin
- 09:02 26/10/2024
Endama DEKAHDER’ê parêzer Şîrvan Yakût da zanîn ku di 9 mehên salê de hezar û 76 jinan ji bo tevdîrên li dijî tundiyê ji bo desteka hiqûqî daxwaz ji Baroya Amedê kirin e û piştî betalkirina Peymana Stenbolê tundiya li ser jinan zêde bûye.