Ji Girtîgeha Kiriklarê bang: Heke hûn dengê me nebihîzin dê ji vir cenazeyên me derkevin

  • rojane
  • 13:52 24 Gulan 2022
  • |
img
 
ÎZMÎR - Girtîgeha Kiriklarê ev demekî dirêje bi sepanên xwe yên dijmirovî di rojevê de ye. Girtiyê bi navê Onur Yilmaz ji bo protestokirina van binpêkirinan, dest bi rojiya mirinê kiribû. Yilmaz, banga lezgîn li raya giştî kir û wiha got: “Heke tiştek bi serê min were, midûrê girtîgehê Haydar Alî Ak berpirsyar e. Heke hûn dengê me nebihîzin, dê cenazeyên me ji vir derkevin.” 
 
Girtiyê bi nave Onur Yilmaz ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Kiriklar a Îzmîrê tê ragirtin, têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ji parêzerê xwe re nameyek şand. Yilmaz, da zanîn ku midûrê girtîgehê Haydar Alî Ak sepanên dermirovî li wan ferz dike, di bin tecrîdeke giran de ne û li dijî van binpêkirinan jî di 17’ê gulanê de dest bi rojiya mirinê kiriye.  
 
Nameya ku Yilmaz ji parêzerê xwe re şandiye wiha ye: “Silav, rêz û hezkirinên xwe bo we dişînim. Hêvîdarim ku ji her alî ve mirûzê we xweş û tenduristiya we baş be. Min xwe neçar dît ku demek beriya demekî vê FAX’ê ji we re binivîsim. Weke ku tê zanîn ev demekî dirêje ku midûrê girtîgehê Haydar Alî Ak gefan li me dixwe û em di tecrîdeke giran de ne. Di demên berê de jî em 63 rojan ketibûn greva birçîbûnê û rojiya mirinê. Soz hatin dayîn lê bi sozên xwe nekirin. Gefên wan piştî grev û rojiya mirinê jî berdewam kirin. Di her alî de em ji mafên xwe yên civakî û tenduristiyê bêpar dimînin û rastî sepanên dermirovî tên. Odeyên me tevekan ji hev cuda kirine. Her 2 mehan carekî derdikevin sporê. Bi kesên ji rêxistinên cuda re di heman beşê de di tecrîdê de mam. Herî dawî hevalekî ji odeyên 3’yî anîn cem min. Ev hevale nikare pêdiviyên xwe yên şexsî bi cih bîne. 
 
AN XWE BIKUJIN AN JÎ TESLÎM BIBIN
 
Odeyên me tevekan ji hev cuda ne, dema dibin nexweşxane û dadgehê me ji hev cuda dikin, ji bo ku em rastî hev nayên bi wesayîtên cuda dibin û tînin. Herî dawî jî me bi awayekî derhiqûqî bi kesên bêalî re dibin. Weke parçeyeke tecrîdê, sewqên me yên nexweşxaneyê dereng tên kirin. Bi kurt û kurmancî asta tecrîdê ev e; ‘An xwe bikujin an jî teslîm bibin.’ Ji ber ku ez teslimiyetê qebûl nakim, min ji 17’ê gulanê ve dest bi rojiya mirinê kir. 
 
BANGA LEZGÎN 
 
Di demên berê de hûn hatibûn serdanê û we bi xwe şahidiya polîtîkaya midûrê 1’emîn kiribû. Em dixwazin ku hûn rewşa me hîn baştir bi raya giştî re parve bikin. Heke guh nedin dengê me û nebihîzin dê ji vir cenazeyên me derkevin. Banga min li gelê me ew e ku xwedî li zindanan derkevin. Divê hiqûqa dijminatiyê ya Haydar Alî Ak a li Girtîgeha Kiriklarê baş bibînin. Divê hemû sazî û dezgeh bibînin ku ewlehiya canê me ya li vir tune ye û divê tevahiya raya giştî xwedî li me derkeve. Min xwest ku têkildarî binpêkirinên li vir hinek agahiyan bidim. Heke tiştek bi serê min were, divê bê zanîn ku berpirsyar Haydar Alî Ak e.” 
 
ONUR YILMAZ KÎ YE?
 
Onur Yilmaz, di sala 2015’an de li navçeya Nisêbin a Mêrdînê hate binçavkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Di encama darizandinê de cezayê muebbetê lê hat birîn û ev ceza hate erêkirin. Yilmaz, salekî li Girtîgeha Mêrdînê ma û piştre veguhestin girtîgehên Erzirom û Kirikkaleyê. Salek berê jî bêyî daxwaza wî veguhestin Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Kiriklar a Îzmîrê.