Çawîşê ku Aşkanê pênc salî kuşt hat berdan

  • rojane
  • 19:03 8 Hezîran 2023
  • |
img
COLEMÊRG - Çawîşê pispor ê ku li Geverê pêl Erdem Aşkanê 5 salî kir û ew kuşt, bi şertê kontrolkirina edlî hat berdan. 
 
Duh li navçeya Gever a Colemêrgê çawîşê pispor ê Fermandariya Cendirmeyan a Geverê A.K.P. bi wesayîta zirxî pêl Erdem Aşkanê 5 salî kiribû û ew kuştibû. Di dema bûyerê de welatiyan bertek nîşanî çawîşê pispor dabû. Çawîşê pispor jî çek spartibû welatiyan û ji cihê bûyerê reviyabû. Paşê çawîşê psipor ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Geverê ve hatibû binçavkirin. 
 
Çawîşê pispor A.K.P. piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî dozgeriyê hat kirin. Dozger, der pêş kir ku qisûrdarê sereke Aşkan e û çawîşê pispor bi şertê kontrolkirina edlî berda.