Di salekê de li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî 419 kes hatin revandin

  • rojane
  • 14:11 28 Mijdar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Belgekirina Binpêkirina Mafan û Hiqûqê da zanîn ku dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê di nava salekê de li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî 419 kes revandine. 
 
Navenda Belgekirina Binpêkirina Mafan û Hiqûqê têkildarî revandinên komî yên ji hêla dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî ve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin raporek weşand. Li gorî nûçeya ANHA’yê; Di nava sala 2023’yan de li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî 419 welatî hatin revandin. 
 
Navendê da zanîn ku pêwendiya girtiyan bi malbat û xizmên wan re hene û gelemperiya kesên hatine revandin, hatine girtin.