Dadgeha Bilind Zafer tev li hev kirin: Ser tişta nehatiye gotin biryara mehkumkirinê da

  • rojane
  • 09:02 24 Sibat 2024
  • |
img
MÊRDÎN - Daîreya Cezayê ya 3’yemîn a Dadgeha Bilind qebûl kir ku hinceta dadgeha herêmî ya ji bo biryara cezayê hefsê ya li siyasetmedarê kurd Zafer Demîr birî têrî cezadayînê nake. Lê dadgehê îfadeyên kesekê din weke îfadeyên Demîr qebûl kir û cezayê hatiye dayîn erê kir.  
 
Mêrdîn’de 2016 yılından bu yana 12 Kürt siyasetçi ile birlikte tutuklu yargılanan Zafer Demir hakkında yerel mahkemenin “örgüt üyeliği” iddiasıyla verdiği 6 yıl 3 aylık hapis cezasına gösterilen gerekçenin “yetersiz” olduğunu belirten Yargıtay 3’üncü Ceza Dairesi, dosyada olmayan beyanları “delil” olarak kabul edip, kendisi ceza verdi.
 
Daîreya Cezayê ya 3’yemîn a Dadgeha Bilind bi biryara “betalkirinê” ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) a têkildarî parlamenteriya Can Atalay bûbû rojev. Daîre niha jî biryareke sosret da. Zafer Demîr ji 2016'an heta niha tevî 12 siyasetmedarên kurd girtî ye û dadgeha herêmî bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh ceza lê birî. Daîreya Cezayê ya 3’yemîn a Dadgaha Bilind jî hinceta vî cezayê hefsê got "hinceta hatiye nîşandan ji bo vî cezayê têr nake." Lê belê daîreyê îfadeyên kesekê ne di nava dosyayê de weke "delîl" qebûl kir û bi xwe ceza da Demîr. 
 
Li Mêrdînê di sala 2016’an de tevî Zafer Demîr derbarê 13 siyasetmedarê kurd de piştî teqînekê, ser îfadeyên “şahide veşartî” bi îdiayên “xerakirina yekitî û yekparebûna dewletê”, “Bêdestur madeyên teqemenî hilgirtin û guhertin”, “Stendin û li ser xwe gerandina çek û fîşekên bêrûxset" û “Endamtiya rêxistinê” doz hate vekirin. Dadgeha 2’yemîn a Cezayê Giran a Merdînê di 2’yê mijdara 2018’an de biryara cudakirina doza 3 kesan da û 6 kesan jî beraet kir. Dadgehê tevî Zafer Demîr, der barê 4 kesan de cezayê ji 3 sal û mehek û 15 rojan heya 12 salan diguhere ceza birî. 
 
Dadgehê ji bo cezayê ji ber îdianameya “endamtiya rêxistinê” ya li Zafer Demîr hatiye birin, bi hinceta girteka civîna Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a di sala 2014’an de hatiye girtin û îmzeya wî tê de ye nîşan da. Dadgeha Herêma Amedê ya Îstînafê biryar “di cih de” dît. Parêzerê Demîr serlêdana îtîrazê ji Dadgeha Bilind kir. 
 
DADGEHA BILIND JI AXAFTINA NEHATIYE GOTIN RE CEZA BIRÎ
 
Daîreya Cezayê ya 3’yemîn a Dadgaha Bilind biryar nirxand û ji bo cezaydayînê hincetên hatine nişandan têr nedît. 
 
Lê belê 3’yemîn Daîreya Cezayê di berdewama biryara xwe de îdia kir ku Demir di îfadeya xwe ya li cem parêzerê xwe re daye de qebûl kiriye ku “çûye çiya, bi endamên rêxistinê re hevdîtinê pêk aniye, ser navê rêxistinê pere kom kiriye û ji bo rêxistinê endam kom kirine.” 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran bi van hincetan biryara hatiye dayîn “li gorî hiqûqê” dît. Lê belê derket holê ku gotinên dadgehê ji bo cezadayînê wek hincet nîşan dane, di dosyeyê de nîn in. 
 
‘ASTA HIQÛQÊ NÎŞAN DIDE’
 
Bi ser vê yekê, parêzerê Demîr Erdal Kuzu ser dosyeyê lêkolîn kir û dît ku gotinên ku Daîreya Cezayê ya 3’yemîn a Dadgeha Bilind qal dike, di dosyeyê de nînin û ji bo tespîtkirina van gotinan îtîraz kir. Kuzu bi bîr xist ku muwekîlê wî wek girtî tê darizandin û gotinên ku ji bo biryarê wek hincet hatine nîşandan di dosyeyê de derbas nabin. Kuzu destnîşan kir ku Dadgaha Bilind li gorî îfadeyên ku di dosyeya dadgeha herêmî de nîn in, biryar daye û wiha axivî: “Daîreya Cezayê ya 3’yemîn a Dadgeha Bilind gotinên keseke din ê heman navî bi kar tîne, weke gotinên aîdî muwekîlê min qebûl kir. Zelal e ku heman gotin ne yên muwekîlê min in. Wek dadgeha asta yekem darizandinek kir. Bêyî parastinê bigire hûkmê xwe erê kir. Rewşeke gelek sosret e.” 
 
Kuzu da zanîn ku tevî ew rewşê tespît kirine û îtîrazên pêwist kirine jî Dadgaha Bilind derbarê muwekîlê wî de biryara xwe erê kiriye wiha derbirî: “Muwekîl niha ji ber îfadeyên keseke din, ji ber îfadeyên di dosyeyê de cih nagirin, di girtîgehê de ye, bûye hikûmxwar. Mekanîzmaya venêrînê ya herî bilind, bêyî ku berê xwe bide dosyeyê, bêyî ku lêkolînkirina dosyeyê bike, tenê ji ber nav dişibin hev, îfadeyên hatine dayîn, wekî yên muwekîlê min qebûl kiriye û cezayê hatiye dayîn erê kiriye. Ev yek, asta hiqûqa ku Tirkiye hatiye lê nîşan dide.” 
 
MA / Ahmet Kanbal