ARTVÎN - Li Artvînê ji ber barîna zêde rêyên gundan hatin girtin. Rêyên gundên navçeya Arhaviyê hatin girtin û ji ber lehî û hezazê welatî hatin hişyarkirin. 
	Ji serê sibehê ve li Artvînê baraneke zêde dibare û bandoreke neyînî li ser jiyana gel dike. Piştî barîna zêde, rêyên gelek gundên navçeya Arhaviyê hatin girtin. 
	Ji ber barîna zêde, li devera Çîfte Kopruyê, rêgehên Ulaş Yolgeçenê û gundê Gurgencîkê hezaz çêbûn û lehî rabûn. Koman li gundên navborî dest bi xebatan kirin. Rayedaran, ji ber şert û mercên nebaş ên hewayî welatî di mijara hezaz û lehiyan de hişyar kirin. 
