Şîna Uluç bi girseyî hate ziyaretkirin

  • rojane
  • 15:46 3 Kanûn 2024
  • |
img
MÊRDÎN - Şîna endamê HPG’ê Yavuz Selîm Uluç bi girseyî hate ziyaretkirin. 
 
Endamê HPG’ê Yavuz Selîm Uluç (Rizgar Bagok) di sala 2018’an de li Herêma Federe ya Kurdistanê di encama êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest dasbû. Ji bo Uluç, li gundê Girêzer ê navçeya Qoserê ya Mêrdînê şîn ahte danîn. Şîna Uluç, bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê bi girseyî hate ziyaretkirin. 
 
Di şînê de ji ewil ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayin deqeyek rêz hate girtin. Hevserokê MEBYA-DER’ê Salih Kuday di şînê de sersaxî ji malbatê xwest. Kuday, bal kişand ser êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tecrîda li Îmraliyê û wiha got: “Îktîdar, li pey hesabên biçûk e. Divê tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin.”