Qeyûm li Meclisê hatin protestokirin

  • rojane
  • 15:51 3 Kanûn 2024
  • |
img
ENQERE - Parlamenterên DEM Partiyê li Meclisê tayînkirina qeyûman protesto kirin. 
 
Parlamenterên DEM Partiyê di Lijneya Giştî ya Meclisê de tayînkirina qeyûman protesto kirin. DEM Partiyiyan li maseyan xistin û dirûşmên “Qeyûm dê biçin, gel dê bên” û “Qeyûm derbe ye” berz kirin. 
 
Li ser protestoyê, Gulîzar Bîçer Karaca ya CHP’î 10 deqeyan navber da rûniştinê. Piştî navberê jî protesto domiya û li ser vê yekê dîsa navber hate dayin. 
 
Çalakiya DEM Partiyiyan piştî rûniştina duyemîn jî domiya.