Tevî cerdevanan got ‘me kuştiye’ jî dosyaya Yaginli hate girtin

  • rojane
  • 09:59 30 Kanûn 2024
  • |
img

MÊRDÎN - Abdo Yaginli di sala 1995’an de hate windakirin. Tevî ku cerdevanan îtîrafa “me kuştiye” kiribû jî lêpirsîna derheqê Yaginli de bi hinceta demborînê hate girtin.  

Welatiyên bi navê Abdo Yaginli ku li gundê Esilman ê navçeya Şemrexê ya Mêrdînê şivantî dikir, di 19’ê Îlona sala 1994’an de hate windakirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. Ji bo windakirina Yaginli lêpirsîn hate destpêkirin lê belê bi hinceta demborinê ji bo lêpirsînê biryara “hewceyî bi şopandinê nîne” hate dayin. Yaginli, di 4’ê Îlona sala 1994’an de bi îdiaya “Alîkarî daye rêxistinê” hate binçavkirin û piştre hate berdan. Lê belê piştî 15 rojan ji bo çêrandinê pezê xwe bir çêregehê û êdî venegeriya. Li ser vê yekê xizmên Yaginli serî li Serdozgeriya Komarê ya Şemrexê dan û xwestin aqûbeta wî were diyarkirin. 
 
CERDEVANÊ BERSÛC LI XWE MIKUR HAT
 
Lê belê dozgerê ku lêpirsîn dikir, di sala 1995’an de bêyî ku hincetekê nîşan bide, bi îdiaya “Ji hêla PKK’ê ve hatiye revandin” dosyaya Abdo Yaginli ji Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) ya Amedê re şand. DGM’ê jî ji Fermandariya Cendirmeyan a Şemrexê aqûbeta Yaginli pirsî lê belê tu agahiyên nû li dosyayê nehatin zêdekirin. Bi salan ji bo dosyayê tu kirarî nehatin kirin. Li ser îfadeyên Mehmet Emîn Çelebî ku di sala 2009'an de ji Komkujiya Gundê Zangirtê (Bîlge) dihat darizandin (44 kes hatibûn qetilkirin), malbata Yaginli serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê da. 
 
TEVÎ ÎTÎRAFAN JÎ TIŞTEK NEHATE KIRIN 
 
Cerdevan Mehmet Emîn Çelebî, li xwe mikur hat ku wî û cerdevanên bi navên Cengîz, Vedat, Burhan, Halîm, Cemîl, Abdurrahman û Osman Çelebî bi hev re Abdo Yaginli kuştine û piştre jî veşartine. Çelebî, krokiya cihê cenazeyê Abdo Yaginli lê hatiye definkirin jî xêz kir û îdia kir ku wan Yaginli bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” qetil kirine. Serdozgeriya Komarê ya Şemrexê di çarçoveya îfadeyên Çelebî de lêpirsîneke nû da destpêkirin û dozgeriyê di demekî kin de bi îdiaya “delîl kêm in” biryara “hewcehî bi şopandinê nîne” da. 
 
30 SALAN TU GAV NEHATIN AVÊTIN
 
Serdozgeriya Komarê ya Şemrexê di sala 2011’an de jî bi sedema heman îfadeyan lêpirsîneke nû vekir û di demekî kin de careke din biryara “hewcehî bi şopandinê nîne” da. Lê belê dosyaya di sala 1995’an de ji DGM’a Amedê re hatibû şandin û piştî girtina DGM’an ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve dihat domandin, hate jibîrkirin. Zarokên Yaginli, bi sedema ku bavê wan ji hêla cerdevanan ve hatiye kuştin û di çarçoveya îfadeyên cerdevanên di Komkujiya Gundê Bîlgeyê de dihatin darizandin û krokiyên wan xêz kirin de, di sala 2012’an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dan. Bi ser re 12 sal derbas bûn lê dozger ne serî li îfadeyên cerdevanên li xwe mikur hatibûn da, ne serî li îfadeyên Mehmet Emîn Çelebî yê ku krokiya cihê definkirinê xêz kiribû da ne jî li cihê bûyerê keşf kir. 
 
CERDEVAN LI XWE MIKUR HATIN, DOZGER LI PKK’IYAN GERIYA 
 
Malbatê di sala 1995'an de li ser îtîrafên cerdevanan û bi delîlên nû serlêdan kiribû. Li gel ku bi ser re 12 sal derbas bûn û tevî îtîrafên cerdevanan jî dozger bi îdiaya “endamên rêxistina terorê ya PKK’ê ên nasnameya wan nediyar” biryara “neşoopandinê” da. Dozgeriyê, di 11’ê Îlona sala 2024’an de jî di biryara xwe ya bihincet de got Ji dîroka sûc hatiye kirin heta niha tevî hemû lêgerînan jî gumanbar nehatiye dîtin, muameleyeke usûlî ya pêşî li demborînê bigire nehatiye kirin û li gorî Xala 102/6 a TCK’ê dema demborînê xelas bûye..” û bi vê hincetê biryara girtina dosyayê da. 
 
MA / Ahmet Kanbal