Giliyê Osman Taşdemîr li baroyê kir: Rastî tacîz û gefên wî hatim

  • rojane
  • 10:24 30 Kanûn 2024
  • |
img

STENBOL - Jina bi navê D.K., der heqê parêzer Osman Taşdemîr de ku endamê Baroya Stenbolê ye û bi gotinên zayendperest Başak Demîrtaş jî hedef girtibû, ji ber sûcê “gefên sîstematîk, tacîz û heqaretê” serî li baroyê da. D.K., xwest ku der heqê Taşdemîr de lêpirsîna îdarî were vekirin. 

Parêzerê bi navê Osman Taşdemîr ku endamê Baroya Stenbolê ye, di 18’ê Tîrmeha 2023’yan de li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal Başak Demîrtaş bi parvekirinên zayendperest hedef girt. Piştre jî der heqê parastvanê mafên mirovan Aydin Aydogan ê parvekirinên wî teşhîr kirî de bi îdiayên “heqaret” û “gefxwarinê” serlêdana sûc kir. Derket holê ku Taşdemîr ê bûbû mijara nûçeya me ya bi sernavê “Başak Demîrtaş bi parvekirinên zayendperest hedef girt û piştre xwe weke mexdûr nîşan da” jî, li ser medyaya dijîtal heqaret li gelek jinên din jî kiriye. 
 
D.K. ku ji ber ewlehiyê me nexwest navê wê bidin, bi sedema sûcê “Bi awayekî sîstematîk li ser medyaya dijîtal û amûrên ragihandin gef, tacîz û heqaretan dike”, bi daxwaza destpêkirina lêpirsîna îdarî ya derheqê Taşdemîr de serî li Baroya Stenbolê da. Di serlêdanê de wiha hate gotin: “Parêzer Osman Taşdemîr, ev du sal in bi awayekî sîstematîk min û gelek jinên din tacîz û teşhîr dike. Heta malbatên me jî aciz dike.” 
 
GILÎ Û SERLÊDANÊN DÛRXISTINÊ 
 
Di serlêdanê de hate gotin ku gilî û biryarên dûrxistinê yên ji bo Taşdemîr tên dayin bêencam dimînin û wiha domiya: “Ez dixwazim ku hûn derheqê vî şexsî de lêpirsînê vekin û xwedî li jinên hatine mexdûrkirin derkevin. Derheqê Osman Taşdemîr de biryarên me yên dûrxistinê û giliyên me hene. Lê mixabin heta niha jî tu encamên şênber ji gilî û lêpirsînên me derneketiye. Em mexdûr in. Em dixwazin Baro di vê mijarê de hesas tevbigere û giliyên min ên berê jî esas bên girtin.” 
 
DI QEYDÊN DENG DE ÎTÎRAFA TECAWIZÊ
 
Li hêla din qeydên deng ên Taşdemîr derketin holê. Ev qeydên deng, ji odeyên sihbetê yên Taşdemîr li ser platforma X’ê beşdar bûbû hatine girtin. Di qeydan de Taşdemîr çêran dike û heqaret û çêrên giran li jinan dike. Di qeydeke din a deng de jî Taşdemîr wiha dibêje: “Ji bo min gotin tecawizkar. Min jî got erê, min tu tecawiz kirî. Eywallah. Ez qebûl dikim. Xwişka min, wê demê here cem dozger û ji ber tecawizê giliyê min bike. Min got soz be ku ez ê li dadgehê, li dozgeriyê îtîraf bikim ku min tu tecawiz kiriyî.” 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû