Tulay Hatîmogûllari: Yek ji mijarên lezgîn a komîsyonê jî ‘Mafê hêviyê’ ye
- rojane
- 10:36 07/9
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku komîsyona li Meclisê hatiye avakirin li ser mijarên sereke nasekine û got: “Yek ji rojeva herî lezgîn a komîsyonê ‘Mafê hêviyê’ ye. Divê şert û mercên azad ên birêz Ocalan tavilê bên avakirin. Pir girîng e ku komîsyon biçe Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bike.”
