Di êrişa li dijî karkerê Kurd de şaredarê MHP’î xwest mudaxileyê girtenameyê bike
- rojane
- 12:20 29/8
Li navçeya Borê ya Nîgdeyê karkerê Kurd ê bi navê Orhan Îdîlkurt di êrişa çekdarî de bi giranî birîndar bû. Hat zanîn ku Şaredarê MHP’î di dema amadekirina girtenameyê de mudaxile kiriye da ku li şûna demanceya rast “demanceya hişkeber" were nivîsandin.
