Di îdianameya Hacioglu de bername sûc hatin hesibandin
- rojane
- 16:53 15/2
Îdianameya rojnameger Reyhan Hacioglu hat amadekirin û di îdianameyê de hemû xebatên rojnamegeriyê wek sûc hatin hesibandin.
Îdianameya rojnameger Reyhan Hacioglu hat amadekirin û di îdianameyê de hemû xebatên rojnamegeriyê wek sûc hatin hesibandin.
Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li gelek bajaran hate protestokirin. Di çalakiyan de daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hate kirin û wiha hate gotin: “Em ê vê roja reş veguherînin roja azadiyê.”
Li Amedê bi tevlibûna bi hezaran kesan meş hat lidarxistin. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû di çalakiyê de got: “Ji bo Ocalan di şert û mercên azad de muzakereyan bike em ê li ber xwe bidin.”
Di çalakiyên li Stenbol û Enqereyê de hat xwestin ku girtiyên nexweş Cemîl Îvrendî û Emrah Nebîoglû bên berdan.
Xizmên windakiriyan û ÎHD ji bo aqûbeta kesên hatine windakirin bipirsin vê hefteyê jî çalakî lidarxistin. Di çalakiyan de hat gotin ku ji bo hevdîtinên ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatine destpêkirin bigihêje encamê divê navek li vê pêvajoyê bê kirin.
Rojnameger Rabîa Onver ku di serdegirtina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de hatibû binçavkirin, hate berdan.
Çalakiyên protestokirina tayînirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dest pê kirin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan hatin di çalakiyan de hate binçavkirin.
Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî 15’ê Sibatê daxuyanî da û got: “Rêya rast a zindîkirina îradeya çareserî, demokrasî û aştiyê, rakirina pergala li Îmraliyê û bi azadiya fîzîkî ya Ocalan pêkan e.”
Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ji bo PDK û YNK’ê re hevdîtinan pêk bîne çû Herêma Federal a Kurdistanê.
Birayê Ridvan Karakoç, Hasan Karakoç di hefteya 1038’emîn a Dayikên Aştiyê de got: “Hezar sal jî derbas bibin em ê hesabê bipirsin.”
Gelê Wanê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li kolanan e. Tevî êrişên polîsan jî gel kolanan naterikîne.
Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrê Rojhilat (GGC) bertek nîşanî li Wanê binçavkirina 6 rojnamegeran da û xwest behîhûqî bi dawî bibe û rojnameger serbest bên berdan.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da û got: “Gelo armanca we astengkirina pêvajoyê ye?” Tuncer Bakirhan jî got: “Mîna gelê me yê Wanê ku xwedî li îradeya xwe derketin, em jî dê têbikoşin û li ber xwe bidin.”
DBP’ê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî qeyûm tayînkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da û wiha got: “Em dizî, xesp û darbeyên li dijî îradeya gel bi tu avayî qebûl nakin û van biryaran nas nakin. Li dijî darbekaran dê berxwedan û têkoşîna me bidome.”
MSD’ê diyar kir ku di Kongreya Diyaloga Niştimanî ya ji bo jinûveavakirina Sûriyeyê hatiye avakirin de tevahiya hêzên siyasî, civakî û neteweyî yên welêt li derve hatine hiştin û xwest jinûve bê avakirin.