Abdulhakîm Daş: Divê pirsgirêka Kurd li ser bingeheke wekhev bê çareserkirin
- rojane
- 09:08 26/5
Serokê DGD-KON'ê Abdulhakîm Daş got ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê li ser bingeha welatîbûna wekhev hewldan hebin.
Serokê DGD-KON'ê Abdulhakîm Daş got ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê li ser bingeha welatîbûna wekhev hewldan hebin.
Girtiyê nexweş Îbrahîm Tekîn (67) dema hat binçavkirin di bin çavan de diranên wî hatin rakirin, testîsên wî hatin teqandin û ji ber pirsgirêka nefes wergirtinê bi tûpa oksîjenê jiyana xwe didomîne. Parêzer Ozcan Sarioglu anî ziman ku tahliyeya muwekilê wî 11 mehan hatiye taloqkirin û bi jiyana muwekilê xwe bi fikar e.
Endama PACE'yê Laûra Castel têkildarî pêvajoyê ev tişt anî ziman: "Weke gava destpêkê divê Birêz Ocalan azad bibe û ne li girtîgehê, divê xwedî derfet be ku van hevdîtinan di heman astê de rû bi rû bimeşîne."
Di Kongreya Asayî ya 23’yemîn a KNK’ê de li ser berjewendiyên neteweyî yên Kurdî, stratejiyên diplomasiyê û yekitiya neteweyî nîqaşên berfireh hatin kirin.
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, got: “Birêz Ocalan rêyeke girîng vekir. Divê dewlet jî di serî de berdana girtiyên nexweş, bi avêtina gavan jidilbûna xwe nîşan bide ku fikarên gel ji holê rabin.”
Li gundê Kîlê yê navçeya Qisleyê welatî pev çûn. Di şer de Serokê Cemxaneya Duzgun Baba Yaşer Seyrek û biraziyê wî jiyana xwe ji dest dan.
Şahîn Altûn ku piştî 30 salan duh hatibû berdan, li warê xwe Agiriyê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Altûn, got: “Dil û mejiyê min li ser girtîgehan e.”
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku gelê Kurd aştiyê daxwaz dike û divê dewlet gavan biavêje û got: “Ne tenê pêdiviya Kurdan, ya 86 milyon welatiyan bi aştiyê heye.”
Platforma Dengê Girtiyan ji bo berdana siyasetmedarê Kurd Yuksel Koç ku li Almanyayê hate girtin, bang kir.
Di 23’yemîn Lijneya Giştî ya KNK’ê de Zeynep Mûrad û Ahmet Karamus dîsa weke hevserok hatin hilbijartin.
Di metna hevpar a di 23’yemîn Kongreya Asayî ya KNK’ê de hat xwendin, wiha hate gotin: “Em bang li hemû hêzên Kurd dikin ku bi konferanseke neteweyî em hêzên xwe bikin yek.”
Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel diyar kir ku ji bo cîbicîbûna aştiya civakî divê di qanûnan de sererastkirin bên kirin, divê “mafê hêviyê” bê pênasekirin û hemwelatiyan wekhev di destûra bingehîn de cih bigire.
Şandeya tenduristiyê ya Îtalyan ku dixwest biçe serdana Şengal û Mexmûrê, ji hêla hêzên Iraqê ve hate astengkirin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bal kişand ser peyama Abdullah Ocalan a “Hiqûqa xwişk-biratiyê” û got: “Hiqûqa biratiyê ya birêz Ocalan qala wê dike, hiqûqa wekheviyê ye. Ev hiqûq dê li Meclisê bi pratîkê