Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
- rojane
- 11:03 24/1
Malbat û wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Malbat û wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Hevserokê Giştî yê ESP’ê Mûrat Çepnî bal kişand ser nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û got: “Destkeftiyên gelê Kurd destkeftiyên çîna karker a Tirkiyeyê ne. Têkoşîna me ya ji bo vê duh jî zelal bû û îro jî sibe jî dê zelal be.”
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn têkildarî hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re axivî û got: “Ji bo piştgiriyeke xurtir ji bo çareseriyê bibe, divê dewlet hinek gavên şênber biavêje.”
Rojnameger Eylem Babayîgît ev 3 roj in binçavkirî ye.
Haci Elçî tevî ku astengdarê zêhnî bû jî 8 sal berê hate girtin û cezayê muebbetê lê hate birîn. Dayika Elçî, Belkis Elçî bertek nîşan da û got: "Nikare pêdiviyên xwe bicih bîne. Ma ev heq e?"
Raportorê Taybet ê Pirsgirêkên Kêmanan ê NY’ê Nicolas Levrat ji Îranê xwest ku biryara darvekirina Pexşan Ezîzî betal bike û wiha got: “Ezîzî Kurd e lewma ev ceza lê hatiye birîn. Ev ceza, rewşa Kurdên li Îranê jî radixe ber çavan.”
Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz gavên divê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bên avêtin nirxandin û got: "Paradîgmaya çareseriyê ya ku Abdullah Ocalan daniye meydanê, pêwîste her kes piştgiriyê bidê."
Dayika Rahîme Çelîk a ku kurê wê Sertîp Çelîk di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da diyar kir ku dewlet çawa li Kobanê encamek bi dest nexist, wê di êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî bi dest nexe.
Amediyan bertek nîşanî hedefgirtina sivîlan û êrişên li ser Bendava Tişrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û gotin: "Divê gel li dijî vê zilmê rabe ser pêyan û bêdeng nemîne."
Rêvebera Mala Hunerê ya Jin Artê Belkîsa Suleymanoglûyê diyar kir ku ji bo kursên resim, şano û govendê yên nû hatine vekirin qeyd dest pê kirine û wiha got: "Mala we li benda we ye."
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji ber barîna berfê bajarên Serhedê hişyar kir.
Meclisa HDK'ê ya Enqereyê banga xwedîderketina li kampanyaya "Ji bo aştiyê milyonek îmze" li gel kir.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan duh di hevdîtina duyemîn a bi Şandeya Îmraliyê de têkildarî pêvajoyê wiha got: “Ez gelek hêja dibînim. Divê em vê carê bi ser kevin.” Her wiha Abdullah Ocalan ji ber şewata Kartalkayayê nexwest daxuyaniyeke berfireh were dayin.
Rojbîn Kartal Manzak a DEM Partiyî ku di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de namzeta Hevşaredariya Panosê bû, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin.