ROJEVA 22’YÊ ÇILEYA 2025’AN
- rojane
- 09:00 22/1
Wezareta Karên Hundir ragihand ku di nava 2 hefteyan de 240 kes hatine binçavkirin.
Polîsan li navçeya Akdenîzê di dema protestokirina qeyûm de bi wesayîta zirxî da ser Furkan Ozen û piştre jî bi lêdanê binçav kir.
Di doza ku siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk ku bi îdiaya "propanganda rêxistinê kiriye" dihat darizandin, 3 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Di daxuyaniya ku bi beşdariya partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên Wanê hat dayîn de, êrîşa dewleta Tirk û çeteyên SMO yên girêdayî wê li dijî Rojava û sivîlên li Bendava Tişrînê nobetê digirin, banga "Êrîşan rawestînin" hat kirin.
Nobeta Azadiyê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourgê hatiye destpêkirin, di roja 657’an de didome.
7 welatiyên li Tişrînê hatin qetilkirin ji hêla bi deh hezaran kesan ve li Qamişloyê hatin oxirkirin.
Girtiyên rojhilatî ji bo greva giştî ku dê sibe li dijî îdamê were lidarxistin, banga tevlibûnê kirin.
HSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê di 2024’an de meşandine eşkere kir. HSD’ê diyar kir ku 17 DAIŞ’î hatine kuştin û 278 jî hatine girtin.
Senator û parlamenterên welatê Baskê û Katalonyayê ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re name şandin.
Hejmara kesên di şewata li Hotêla Grandê ya li Navenda Liyanê ya Kartalkaya ya Boluyê de jiyana xwe ji dest dayin derket 66’an û 51 kes jî birîndar bûn.
ÎHD’ê xwest ku komkujiyên dewleta tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî sivîl û rojnamegeran pêk anî bên lêkolînkirin û got: “Divê gavên ku Rêveberiya Xweser di avakirina Sûriyeyê de bibe modêl bên avêtin.”
Di encama êrişa dewleta tirk a li dijî sivîlên li Bendava Tişrînê çalakiya nobetê lidarxistin de 2 sivîl hatin qetilkirin û 20 sivîl jî birîndar bûn.
Girtî Leyla Cuma Îbrahîm ku bavê wê Bavê Teyar di êrişa ser Bendava Tişrînê de hatibû qetilkirin, peyam şand û wiha got: “Ew meşale ya têkoşînê berî niha bi salan hat vêxistin û em ê jî heta dawiyê bibin şopdarê vê meşale yê.”
Dewleta tirk welatiyên sivîl ên li Bendava Tişrînê nobet digirtin bombebaran kir. Di êrişê de hinek welatiyên sivîl birîndar bûn.