Xwebûn bi manşeta ‘Ne rojek her roj têdikoşin’ derket
- rojane
- 13:33 24/11
Hejmara 310'an a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Ne rojek, her roj têdikoşin” derket pêşberî xwînerên xwe.
Hejmara 310'an a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Ne rojek, her roj têdikoşin” derket pêşberî xwînerên xwe.
Tê payin ku girteka hevdîtina şandeya Komîsyona Meclisê bi Abdullah Ocalan re dike pêşkeşî Serokê Meclisê û komîsyonê bike.
Welatiyan, biryara CHP’ê ya ji bo neşandina endamên xwe ji bo serdana Abdullah Ocalan rexne kirin û gotin: “Xeletiyeke mezin kir. Bila êdî CHP li ser dengên Kurdan lîstikan nelîze.”
Endamên Komîsyonê ya Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ber bi Îmraliyê ve bi rê ket.
DEM Partî dê di navbera 6-7’ê Kanûnê de bi beşdariya gelek kesayetên di qada navneteweyî de naskirî “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li dar bixe.
Ferît Epozdemîr, diyar kir ku di sala 32’yemîn a qetilkirina kekê xwe Şevket Epozdemîr de jî daxwaza xwe ya edaletê didomînin û got: “Em dixwazin pêvajoya aştiyê bi ser keve û em biçin ser gorên wan û mizgîniya aştiyê bidin wan.”
Endamê Komîsyona Meclisê Fetî Yildiz ku dê biçe Îmraliyê, beriya biçe giravê ev peyam parve kir: “Xwedê, te me bike sebeba xêrê û astengiya xerabiyê.”
Tehliyeya rojnameger Alî Bariş Kurt, ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve bi hinceta “poşman nîne” ji bo 6 mehan hate taloqkirin.
Endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dê îro bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.
Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî diyar kir ku serdana Îmraliyê dê ji bo pêvajoyê sûdewer be û dê ji bo Tirkiyeyê baş be. Ebdî, got ku rêveberiyeke nenavendî dê Sûriyeyê xurttir bike.
Şîna endamê HPG’ê Cezur Gunduz a li Silopiya ya Şirnexê bi girseyî hate ziyaretkirin.
Hat zanîn ku di sîhên rojnameger Huseyîn Aykol de bakteriyeke nû derketiye û bijîşkan got ji bo xwarinê dê rêbaza PEG’ê bi kar bînin.
Rojnameya Ronahiyê ku ji ber pirsgirêkên teknîkî navber dabû weşanê, ragihand ku dîsa dest bi çapê kirine.
Li Wanê du kom pev çûn û di pevçûnê de çek hatin bikaranîn. Di êrişê de bavek û kurê xwe hatin kuştin.