ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2025'AN
- rojane
- 09:00 20/11
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Mazlûm Ebdî, û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Îlham Ehmed, li Dihokê bi Mesûd Barzanî re civiyan.
Koordînasyona DEM Partiyê ya ku pêvajoyê dişopîne, bi serokatiya Hevserokên Giştî li Meclisê civiya.
Hat tespîtkirin ku di sîhên rojnameger Huseyîn Aykol de bakteriyên nû çêbûne û li ser vê yekê bijîşkan dest bi dayîna antîbiyotîkên nû kir. Hat zanîn ku dê xwînê bidin Aykol.
DEM Partiyê li Colemêrgê silha du malbatên di navbera wan de neyartî hebû, kir.
Ode û borsayên bajarên bakurê Kurdistanê di civîna meclisê ya hevpar de bal kişandin ser pêvajoya ji hêla Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û gotin her gav ji bo pêşerojê hêviyek e.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, di îdianameya der barê nûçegihanê MA'yê Mehmet Aslan de, xwest Aslan bi "endamtiya rêxistinê" bê cezakirin.
Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê kuştina zarokê 15 salî yê di nava zanîngehê de û neewlebûna zanîngehê protesto kirin. Polîsên ku êrişî protestoyê kirin, gelek xwendekar bi îşkenceyê binçav kirin.
Cenazeyê zarokê ku li Rihayê li kargeha lê staj dikir ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da, hat veşartin.
Endama Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umît, diyar kir ku nêzikatiya li dijî Abdullah Ocalan di pêvajoyê de diyarker e û got: “Divê komîsyon dev ji mijûlkirinê berde û êdî dewlet mecbûr e biryarekê bide.”
Dayıka Rojîn Kabaîş a i awayekî guman jiyana xwe ji dest da Aygul KAbaîş û bavê wê Nizamettin Kabaîş, hevdîtin bi parlamenterên DEM Partiyê re kirin.
Îlham Ehmed ku di 6'emîn Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navînê de axivî, diyar kir ku pirsgirêka Kurd 100 sal in çareser nebûye û got ku aştiyeke ku jinan li derveyî xwe bihêle, dê ne mayînde be.
Raporên lêkolînên qadê yên dawî yên ji aliyê SAMER'ê ve ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatin şandin, hatin îadekirin.
Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî di foruma li Dihokê de axivî û bang kir ku di jinûveavakirina Sûriyeyê de firsendeke wekhev bidin Rojava. Ebdî, got ku pêvajoya ji hêla Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, ji bo aştiya Rojhilata Navîn derfeteke nû ye.
Zanyarê siyasetê Eren Aksoyoglû daxuyaniya Babhçelî ya têkildarî Îmraliyê nirxand û got: “Partiya îktîdarê, serdana komîsyonê ya Îmraliyê û zagonên têkildarî pêvajoyê dide sekinandin.”