HSD'ê got ku li Minbicê êrişên komên paramîlîter hatine têkbirin
- rojane
- 16:52 07/12/2024
Navenda Ragihandina HSD’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên wan êrişên komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk ên ji sê aliyan ve têk birine.
Navenda Ragihandina HSD’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên wan êrişên komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk ên ji sê aliyan ve têk birine.
KONGRA-GEL têkldarî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tecrîdê daxuyanî da û wiha got: “Ji bo vekirina deriyên Îmraliyê divê em ji bo parastina şoreşa Rojava seferber bibin.”
Derket holê ku ji kesên li Mêrdînê bi 15 kîlo û 850 gramên tiryaka sentetîk hatine girtin yek jê xebatkarê qadê yê MÎT’ê û yek jî cerdevan Abdurrahîm Kurga ye.
Nûnerên partiyên siyasî yên di foruma “Ji şer re na” ya HDK’ê de axivîn, diyar kirin ku sedema krîzên piralî yên li Tirkiyeyê şerê tê domandin e û wiha gotin: “Em xwedî li xweparastina gelên Rojava û yên li Sûriyeyê derdikevin û soza têkoşîna hevpar didin.”
Di çalakiyên li Stenbol û Enqereyê de ji bo girtiyên nexweş Melek Akgun û Emrah Abî daxwaza berdanê hate kirin.
Lijneya Koordînasyona Bajar a TMMOB’ê ya Rihayê çû serdana nobeta li dijî qeyûm li Xelfetiyê hatiye destpêkirin û got: “Em ê her tim li cem demokrasiyê, azadiyan û xwik-biratiyê cih bigirin.”
Rêxistinên civaka sivîl, sendîka û rêxistinên pîşeyî bi boneya Hefteya Mafên Mirovan li Wanê hatin gel hev û gotin ku ji bo çareseriya pirsgirêkên piralî divê pirsgirêka kurd were çareserkirin.
Di çalakiya Xizmên Windakiriyan û ÎHD’ê yên Amed, Êlihê û Îzmîrê de aqûbeta Ender Togcu, Nazim Gulmez û Hasan Taşkaya hate pirsîn. Li Colemêrgê jî hat xwestin ku faîlên Hasan Ateş ê di îşkenceyê de hatibû qetilkirin bên darizandin.
Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn ku 31 sal berê li Sêweregê ji hêla leşkeran ve hatibû binçavkirin û ji wê rojê ve agahî jê nayên girtin. Dayikên Şêmiyê xwestin faîl bên cezakirin.
Platforma Piştevaniya Edaletê damezirandina xwe ragihand û got: “Em li bendê ne ku her kes tev li Piştevaniya Edaletê bibe. Deriyên me her tim ji her kesên ji bo mafan têdikoşin vekirî ye. Werin em bi hev re piştevaniyê mezin bikin û daxwazên xwe xurttir bidin bihîstin.”
Jinên ku li Dêrsimê li dijî qeyûman meş li dar xistin, ev peyam dan: “Em ê serî netewînin.”
Xwendekarê dibistana amadehî D.A. bi hinceta tevlibûna çalakiyên protestokirina qeyûm ên li Dêrsimê, hate girtin.
Li Colemêrgê gelek rêveberên AKP’î û xizmên wan li hotêla li Navenda Liyanê ya Mêrga Bûtanê girtin kar.
Parêzer Aydin Ozdemîr têkildarî mutalaya doza Narîn Guran axivî û diyar kir ku di rewşa heyî de piraniya rastiya madî ya dozê derketiye holê. Ozdemîr got ku ji bo kesên Narîn qetilkirin cezayê xwe bikeşînin dê heya dawiyê hewldanên xwe bidomînin.
Li gorî agahiyên destpêkê, di rêzeqezaya li Bedlisê de ku 23 wesayîtan qeza kir, 31 welatî birîndar bûn.