Foza Yûsif: Em ê li ser xeta şerê gel ê şoreşgerî xwe biparêzin
- rojane
- 11:23 01/12/2024
Endama Desteya Serokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif diyar kir ku Îsraîl hewl dide şerê li dijî Hîzbullahê veguhêze Sûriyeyê û ev tişt anî ziman: “Şerê tê kirin, berjewendiyên dewleta dagirker esas digire. Lê heke veguherin gefeke li ser herêmên me, em ê di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî xwe biparêzin û berjewendiyên gelê xwe ser her tiştî re bigirin.”